Li girîgehek rejîma Îranê girtiyê siyasî yê Kurd jiyana xwe ji dest da

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku girtiyê siyasî yê Kurd Wehîd Omerî yê ji Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.

Li girîgehek rejîma Îranê girtiyê siyasî yê Kurd jiyana xwe ji dest da
21 kanûn, 2025   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku girtiyê siyasî yê Kurd Wehîd Omerî yê ji gundê Xorxore ya ser bi Selmas li sînorê bajarokê Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ve ye li girtîgeha Selmas ji ber astengkirina wergirtina tedawiyê jiyana xwe ji dest da.

Hate diyarkirin ku malbata girtiyê siyasî dixwaze doz li rayedarên girtîgehê veke ji ber ku dema Wehîd felc derbaskirî neşandine nexweşxaneyê.

Hêjayî gotinêye ku di nava vê hefteyê de ev buyera duyem e ku li girtîgehên rejîma Îranê girtiyên Kurd ji ber wernegirtina tedawiyê jiyana xwe ji dest didin.