Di êrişa Îsraîlê ya li Beyrûtê de 13 kes hatin kuştin

Di êrişa artêşa Îsraîlê ya li nêzî Nexweşxaneya El Herîrî ya li Beyrûtê de 13 kes hatin kuştin û 57 kes jî birîndar bûn.

Di êrişa Îsraîlê ya li Beyrûtê de 13 kes hatin kuştin
22 cotmeh, 2024   12:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, Îsraîlê êrişî dora Nexweşxaneya El Herîrî ya li paytext Beyrûtê kir û di encamê de 13 kes hatin kuştin û 57 kes jî birîndar bûn.

Duh êvarê balafirên Îsraîlê bi dijwarî herêma El Ewzaî ya li başûrê Beyrûtê û dora Nexweşxaneya Refîq El Herîrî bombebaran kiribûn.

(şx)