Desthilata Îranê li 5 girtiyên jin cezayên nû birîn

Kampanyaya Azadî ji bo Pexşan Ezîzî ragihand ku desthilata li 5 jinan cezayên nû birîne.

Desthilata Îranê li 5 girtiyên jin cezayên nû birîn
22 cotmeh, 2024   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Kampanyaya Azadî ji bo Pexşan Ezîzî, li ser malpera xwe ya tora civakî, der barê rewşa girtiyên siyasî yên jin yên di girtîgeha Evîn de daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, Dadgeha Keyfer 2 ya Komeleya Ddadwerî ya Quds a Tahranê ya bi serokatiya Dadwer Ebulfezil Amirî, li 5 jinên di gitîgeha Evîn de, cezayên nû li ser cezayên wan zêde kirin.

Hate gotin ku bi hiceta ‘guh nedana fermanan’ cezayê 6 mehên din li Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî, Mehbube Rezayî û Nêrgîs Mihemedî, hatiye birîn.

Her wiha li Perîweş Moslim jî bi hiceta ‘têkdana ewlekariya girtîgehê’ 3 meh û rojek cezayê girtîgehê hatiye birîn

(şx)