Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol îro bi dawî dibe

Pêşengaha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8`an îro bi dawî dibe. Çaverê ye ku çapxane û saziyên beşdar bên xelatkirin.

22 cotmeh, 2024   12:58
QAMIŞLO

Di roja 8`an a Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8`emîn de, serdana hezkiriyên pirtûkan berdewam e.

Îsal 54 çapxane û sazî tev li pêşangehê bûne. Bi sedan rewşenbîr, nivîskar, lêkolîner, akademîsyen û xwendekarên zanîngehan û dibistanan di 7 rojên destpêk de serdana pêşangehê kir.

Di Pêşangeha Şehîd Herekol de parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan ên bi zimanên erebî, kurdî û tirkî hatin belavkirin.

Her wiha têkildarî wêje, rexneya wêjeyî li Rojava, dîroka wêjeya kurdî, pêla nû ya romana sûriyeyî û bandora şer, rewşa pêşangehê, nêrîn û asoyên siberojê, semîner û panel hatin lidarxistin.

Êvara sêşemê, çalakiyên cihêreng hatin lidarxistin. Profesora zanistên civakî û şêwirmenda Zanîngeha Kolombiya-Amerîkayê Bonnie Miller tev li semînerekê bû ku çalakvan Şilêr Seydo bi rê ve biriye. Semîner li ser stratejiyên çalak ên ji bo xurtkirina têkiliya di navbera mamoste û xwendekaran de, di navbera malbat û zarokan de bû.

Bonnie lidarxistina pêşangehê û tecrubeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û pergala wê ya perwerdeyê bi erênî nirxand û wek "gaveke erênî" wesifand û serkeftinên dîtir ji rêveberiyê re hêvî kirin.

Çaverê ye ku pêşangeh îro saet di 18:00`an de bi şahiyekê bi dawî bibe û di şahiyê de çapxane û saziyên beşdar werin xelatkirin.

(şx)

ANHA