Di êrişa Îsraîl û Hizbullah de 2 jin û 2 zarokan jiyana xwe ji dest da

Di encama topbarana dualî ya artêşa Îsraîlê û Hizbullah a Lubnanê de kuştî û birîndar çêbûn.

Di êrişa Îsraîl û Hizbullah de 2 jin û 2 zarokan jiyana xwe ji dest da
14 sibat, 2024   19:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Di êrişa moşekan a Hizbullah li dijî Îsraîlê de jinek hat kuştin û 8 kes birîndar bûn. Piştre Îsraîlê êrişî herêmên başûrê Lubnanê kir, di encamê de jinek û 2 zarok hatin kuştin.

Parastina sivîl a Lubnanê daxuyand ku balafirên şer ên Îsraîlê herêmên başûr bombebaran kirin, di encamê de 4 kes hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.

Parastina Sivîl diyar kir ku Îsraîlê bajarokê Sewane yê parêzgeha Mercîiyon bombeberan kir, di encamê de kuştî çêbûn; ji nava kuştiyan dayikeke sûriyeyî û 2 zarok hene, her wiha di bombebarana din a li dijî bajarokê Edşît ê parêzgeha Nebtiyê de kesekî din hate kuştin.