Ji bo şermezarkirina Komployê li Girkê Legê û Tirbespiyê çalakî hatin lidarxistin

Ciwanên bajarokê Eror ê Girkê Legê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist, her wiha endamên Kongra Star li Tirbespiyê mûm pê xistin.

Ji bo şermezarkirina Komployê li Girkê Legê û Tirbespiyê çalakî hatin lidarxistin
Ji bo şermezarkirina Komployê li Girkê Legê û Tirbespiyê çalakî hatin lidarxistin
Ji bo şermezarkirina Komployê li Girkê Legê û Tirbespiyê çalakî hatin lidarxistin
Ji bo şermezarkirina Komployê li Girkê Legê û Tirbespiyê çalakî hatin lidarxistin
14 sibat, 2024   19:46
QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan li bajarokê Eror ê Girkê Legê ya kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist. Meş bi diruşma ˊBi ruhê ciwanan komployê têk bibin, tev li cenga azadiyê binˊ hat organîzekirin.

Meş ji pêş meclisê bajarokê ve dest pê kir û li kolanên bajarokê geriya.

Li naverasta bajarokê, meş veguherî mîtîngê. Li wir endamê Komîteya Ciwanan a bajarokê Macid Sofî daxuyanî xwe û komplo şermezar kir.

Sofî wiha domand: "Çiqas hewl bidin me ji Rêber Abdullah Ocalan û felsefeya wî ku êdî tê xwendin û li cîhanê belav dibe bi dûr bixin, nikarin."

Meş bi diruşma ˊBê serok jiyan nabeˊ bi dawî bû.

Li Tirbespiyê jî endamên Kongra Star bi boneya salvegera komploya navneteweyî mûm pêxistin.

Endaman mûm li gelek kolanên navçeyê û parkên giştî pê xistin.

(fr)

ANHA