Gaziyên Şer û malbatên şehîdên ên Minbicê soza bilindkirina têkoşînê da

Gaziyê Şer û malbatên şehîdan ên kantona Minbicê banga bilindkirina asta têkoşînê heta pêkanîna azadiya Rêber Abdullah Ocalan û misogeriya projeya biratiya gelan, kir.

Gaziyên Şer û malbatên şehîdên ên Minbicê soza bilindkirina têkoşînê da
14 sibat, 2024   18:18
MINBIC

Hemwextî salvegera 25'emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan îro Gaziyên Şer û Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Minbicê li pêşiya avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantona Minbicê bi beşdariya endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û Saziya Gaziyên Şer, daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê endamê saziya gaziyan Mahir Cibnê ve hat xwendin û di daxuyaniyê de komploya navneteweyî ya li dijî gelê Kurd û hemû gelên herêmê û cîhanê di şexsa Rêber Abdullah Ocalan de hatiye pêkanîn, hat şermezarkirin.

Her wiha kiryarên dermirovî û derexlaqî yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û gelên azad hatin şermezarkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî hat kirin ku hovîtiya dewleta Tirk a dagirker a li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin û soza bilindkirina asta têkoşînê ji bo pêkanîna projeya biratiya gelan û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, hat dayîn.

(mh)

ANHA