Di dîroka Rojhilata Navîn de pêvajoyeke hesas; şer û alozî berfirehtir dibin

Geşedanên bilez ên li Rojhilata Navîn û aloziyên li gelek deverên herêmê, piştî ku wezîrê karên derve yê DYA’yê got şerê li Xezayê dibe ku bibe şerekî herêmî, nemaze piştî kuştina leşkerên DYA’yê li Urdinê, nîşan didin ku alozî didome. Gelo çi li benda Rojhilata Navîn e, dê şerekî herêmî rû bide yan na?

Di dîroka Rojhilata Navîn de pêvajoyeke hesas; şer û alozî berfirehtir dibin
30 ÇILE, 2024   05:38
QAHÎRE
MUHSIN EL MISRÎ

Lêkolînera siyasî Dr. Salihe Ellam got herêm di demeke herî dijwar re derbas dibe û dişibe dema dawiya serdema 19`an û destpêka 20`an ku di encamê de welat hatin parçekirin û dagirkirin.

Salihe wiha domand: "Xaleke gelek girîng heye ku dihêle ev her du sedem bişibin hev, ew jî geşedanên li herêmê û berjewendiyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û yên rojavayî tê, îhtîmal heye şerê niha sînorên Xeza, Yemen û Lubnanê derbas bike û dewletên din bikevin vê daîreya dojehî."

Bi nêrîna nivîskara ji Misirê, herêm sînorên daîreya doza Filistînê derbas dike û dibe normalîzekirina têkiliyan a ji demekê ve dest pê kirine, bi temamî rawestîne û wiha domand: "Dibe rewş bi pêş bikeve û bibe sedem ku normalîzekirina têkiliyan di navbera Îsraîl û Siûdiye de raweste. Bandorên neyînî yên vê yekê li ser têkiliyên Îsraîlê bi Mexribê, Îmarat, Behreyn û Emanê re hene. "

Dr. Salihe Ellam têkildarî rêveçûna şerê li Xezayê wiha axivî: "Binkeftina hewldanên Amerîkayê ku şer raweste û israra Til Evîvê ku operasyona xwe ya leşkerî berdewam bike ruxmî windahiyan, dê rê li pêşiya plana rojavayî bigire ku dixwaze herêmeke nû, ji berê bêtir modela rojavayî ya civakî û aborî qebûl dike, ava bike. Lê belê ev model di sazûmaniya xwe de ji dîmenê jê re piştî şoreşên bihara gelan propaganda kiriye, cudatir e."

Profesorê zanistên siyasî yê Zanîngeha Mute ya Urdunê Dr. Iyad El Mecalî jî got: "Guhertinên joesiyasî yên li herêmê rû didin, encama nakokî û aloziyên li herêmê, lihevkirinên bê û rewşa siyasî ye."

El Mecalî diyar kir ku DYA hîna bi lîstikê, kaxizên li herêmê û nakokiyên heyî kontrol dike û wiha domand: "Şerê li Xezayê îsbat dike ku qutuba yekalî, berê herêmê ber bi aloziyê û firehkirina şer ve dikişîne ji bo ku berjewendiyên xwe pêk bîne."

Bi nêrîna El Mecalî guhertin û pêşketinên li herêmê kontrola DYA’yê ya li ser şer û nakokiyan zêdetir dike, nemaze ku rola hêzên bibandor mîna Çîn û Rûsyayê tune ye û got: "Ev guhertinên jeosiyasî, wezîrê karên derve yê DYA`yê Antony Blinken di serdana xwe ya ji bo herêmê de piştrast kirin û ragihand ku DYA dev ji armancên xwe bernade, heta pêwîst bike herêmê bike topeke ji agir."

(şx)