Rûspiyên êlên ereb: Em bi Rêveberiya Xweser û QSD`ê re ne

Rûspiyên êlên kantona Reqayê destnîşan kirin ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bi Rêveberiya Xweser û QSD`ê re ne.

Rûspiyên êlên ereb: Em bi Rêveberiya Xweser û QSD`ê re ne
30 ÇILE, 2024   02:35
REQA
MIHEMED XELÎL

Rûspiyê êla El Bû Esaf a li Reqayê Hemed El Qerace got: "Dewleta Tirk bi awayekî hovane êriş binesaziya herêmê dike. Em ê destkeftiyên Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) biparêzin."

Rûspiyê êla El Begare ya li Reqayê Ferhan Hec got: "Em bi hêzên xwe yên QSD`ê re ne. Tevahî êlên li herêmê û derveyî wê bi Rêveberiya Xweser re ne."

Dewleta Tirk a dagirker navîna Çileyê bi awayekî hovane navendên stratejîk û xizmetguzariyê, stasyonên kehrebe û veguhastina kehrebeyê, av, kargeh û aşxaneyên li herêmê bombebaran kirn.

(şx)

ANHA