Di bombardûmana Îsraîlê de Li Xezeyê herî kêm 20 kes mirin

Rêxistina Parastina Sivîl a Xezeyê ragihand ku şevêdin êrişên hewayî ji aliyê Îsraîlê ve hatin kirin û di encamê de 20 kes hatin kuştin ku 6 ji wan zarok bûn.

Di bombardûmana Îsraîlê de Li Xezeyê herî kêm 20 kes mirin
9 tîrmeh, 2025   12:43
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî Rêxistina Parastina Sivîl, şeva Sêşemê di êrîşên Îsraîlê de 20 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hate ragihandin ku li kampa penaberan a El Şatî de di êrîşê de 10 kes hatin kuştin ku 6 ji wan zarok bûn.

Li gorî agahiyan êrîşa din jî li El Mawasî ya li nêzê Xan Yûnisê hate kirin.