Banga dîrokî ya Rêber Apo di medyaya cîhanê de deng veda

Medyaya cîhanê banga nû ya Rêber Abdullah Ocalan wek guhertineke dîrokî bi nav kir, her wiha diyar kir ku ev bang ji bo doza kurdî û siyaseta herêmê gaveke girîng e.

Banga dîrokî ya Rêber Apo di medyaya cîhanê de deng veda
9 tîrmeh, 2025   11:52
NAVENDA NÛÇEYN

Rêber Abdullah Ocalan di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de bangeke din a dîrokî kir. Bang, bidîmen hate kirin û di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de weşandin. 

Banga dirokî di çapameniya cîhanê de jî deng veda. Çapemeniya cîhanê bal kişand ser banga bi bivîdeo ya dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan.

Sernavên medyaya erebî yên têkildarî bangê wiha ne:

Kanala El Arabiya: Ocalan bang li Partiya Karkerên Kurdistanê dike ku "veguherînek bi tevayî" ber bi siyaseta demokratîk ve bike.

Ajansa France-Presse: Ocalan di vîdeoyekê de: Bêçekkirina PKK’ê dê "zû" pêk were.

Rojnameya El Axbar: Ocalan: Stratejiya şerê rizgariyê bi dawî bû û PKK dev ji avakirina netewedewletekê berda.

Platforma Lebanon24: Ocalan: Avakirina çarçoveyeke siyasî ji bo pêvajoya aştiyê ya di navbera PKK û Tirkiyeyê de girîng e.

Beirut International: Ocalan bidawîbûna têkoşîna çekdarî ragihand û daxwaza veguherîneke demokratîk a berfireh kir.

Sky News Arabia: Ocalan "dawiya têkoşîna çekdarî" li dijî Tirkiyeyê ragihand.

Kurdistan24: Ocalan di pêvajoya aştiyê de pêşketinê dixwaze.

Al Jazeera: Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan: Veguhastina me bo qonaxa qanûnî û siyaseta demokratîk serkeftineke dîrokî ye.

Zagros News: Ocalan di axaftina vîdeoyî de: Bidawîbûna têkoşîna çekdarî nayê wateya têkçûnê, lê divê wekî serkeftineke dîrokî were nirxandin.

Ajansa Reuters ya Erebî: Abdullah Ocalan di peyamek nû ya bi dîmen de banga pêngavek ber bi pêvajoya siyasî dike.

(k)