Analîstê ji Misirê: Gavên dîrokî yên Ocalan daxwaza avakirina aştiyê nîşan didin

Nivîskar û analîstê siyasî yê misirî Îbrahîm Şaban diyar kir ku biryarên dîrokî yên Rêber Abdullah Ocalan hewldanên berdewam ên PKK’ê ji bo avakirina aştî û aramiyê li herêmê nîşan didin. Şaban bang li dewleta Tirk kir ku bi awayekî erênî nêzî rewşa nû bibe û gavên bingehîn ên ku rêzê li mafên Kurdan digirin, biavêje.

Analîstê ji Misirê: Gavên dîrokî yên Ocalan daxwaza avakirina aştiyê nîşan didin
9 tîrmeh, 2025   12:48
NAVENDA NÛÇاEYAN

Rêber Abdullah Ocalan di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de bangeke din a dîrokî kir. 

Nivîskar û analîstê siyasî yê Misirî Îbrahîm Şaban, li ser banga dawîn a Rêber Abdullah Ocalan axivî.

Îbrahîm Şaban destnîşan kir ku raman û nêrînên ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve hatine pêşkêşkirin, hem li herêmê û hem jî li cîhanê hêjayî bawerî û rêzgirtinê ne û got: "Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi gav û biryarên dîrokî yên ku ji bilî rêberê wê Abdullah Ocalan, kesekî din cesaret nedikir biavêje, ber bi pêş ve diçe.”

Şaban destnîşan kir ku nêrîna Rêber Abdullah Ocalan dema ku got baweriya wî bi siyaset û aştiya civakî heye ne bi çekan, her wiha banga wî ji bo her kesî ku vê prensîbê bi cih bîne, dide nîşan ku bi vê veguherîna dîrokî bi jiyana PKK’ê bawer e û jê venagere.  

Îbrahîm Şaban her wiha got: "Gavên dîrokî yên ku PKK bi rêya Abdullah Ocalan diavêje nîşan didin ku partî, di çarçoveya xwenirxandinê de, xatir ji serdema şer xwestiye. Ji aliyekî din ve, divê dewleta Tirk bi nêrîneke erênî nêzî rewşa nû ya Kurdan bi giştî û bi taybetî jî ya PKK’ê bibe, nakokiyan çareser bike û biryarên bihêz bide ku mafên gelê Kurd misoger bike û van gavên ku ji hêla PKKê ve hatine avêtin pir girîng bibîne.”

‘RÛPELEKE NÛ VEDIKE’

Şaban di dawiyê de got: "Di nava şert û mercên siyasî yên pir tevlihev ên li tevahiya herêmê de Abdullah Ocalan wek erkeke dîrokî PKK’ê ber bi aştiyê ve dibe, şer bi dawî dike û rûpeleke nû di jiyana bi milyonan Kurdan de ku baweriya wan bi aştiyê heye, vedike. "

(k)