Dewleta Tirk bombe li gundekî Binarê Qendîlê barandin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Silê ya li Binarê Qendîlê bombebaran kir. Hate diyarkirin ku ji ber bombebaranê li jîngeha herêmê şewat derket.

Dewleta Tirk bombe li gundekî Binarê Qendîlê barandin
22 hezîran 2024   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker duh bi şev gundekî Binarê Qendîlê bombebaran kir. Hevserokê Şaredariya Binarê Qendîlê Dilşêr Îbrahîm derbarê êrişê ji Rojnewsê re axivî.

Dilşêr da zanîn ku balafirên şerên dewleta Tirk a dagirker gundê Silê yê ser bi Binarê Qendîlê ve bombebaran kir.

Li gorî agahiyan di encama êrişê de ti ziyanek canî çênebûye, lê jîngeha herêmê şewitiye.