Qurbaniyên şewatê zêde bûn: 14 welatî jiyana xwe ji dest dan

Hejmara welatiyên di şewata li navçeyên Çinar û Şemrexê yê Bakurê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan, gihîşt 14 kesan.

Qurbaniyên şewatê zêde bûn: 14 welatî jiyana xwe ji dest dan
22 hezîran, 2024   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Êvara 21’ê Hezîranê li gundên bi ser navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê yê girêdayî Bakurê Kurdistanê şewat derketibû. Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 14 kesan.

Fadil Demîr ê ji gundê Kelekê ya Şemrexê ku li nexweşxaneyek Amedê dihat tedawîkirin, duh bi şev jiyana xwe ji dest da.  Tê payîn cenazeyê Demîr li goristana gundê Kelekê bê veşartin.

Her wiha Kerîme Erdenlî ya di şewata li Çinarê û Şemrexê de jî birîndar bûbû, vê sibehê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

NAVÊ WELATIYÊN JIYANA XWE JI DEST DANE

Navên welatiyên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan wiha ne; li gundê Kelekê Rezan Yilmaz, Azat Yilmaz, Mazher Demîr, Nûrî Demîr, Taliha Demîr, Hasan Demîr, Şeyhmûs Demîr, Resûl Yilmaz, Sînan Devîren hatin definkirin li gundê Helberê İsmil Yardim û li gundê Tobiniyê jî Ubeydullah Bugdayci û Abdurrahman Bugdayci. 12 welatî duh hatin definkirin.

ÇI QEWIMÎ BÛ?

Di şeva 21`ê Hezîranê de agir bi gundên bi ser navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê yê girêdayî Bakurê Kurdistanê ket. Hat gotin ku agir ji ber têlên ceyranê ku li hev ketine derketiye. Welatiyên herêmê yekser mudexeleyî agir kirk u ji aliyê nûnerên dewleta Tirk vet u mudexele nehat kirin. Di encama agir de 14 welatî jiyana xwe ji dest dan, bi sedan sewal û 5 hezar donumê genim û garis şewitî.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenter, hevşaredar û rêveberên DEM Partiyê ku bi şev xwe gihandin herêma şewatê.

Bi serokatiya Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn rêveberiya krîzê hat avakirin. Heman demê Şaredariya Mezin a Mêrdînê jî navenda krîzê hat avakirin.

Li gundên Alûca, Zeytûna, Xirbê Kalo û Qûrdîsê yên dikevin herêma Omeriyan a Mêrdînê şewat derketibû. Gundiyan mudaxileyî şewatê kir û paşê tîmên agirkujiyê xwe gihandin cihê bûyerê û mudaxele kirin. Nîvê şevê şewat hat kontrolkirin û vemirandin. Xebatên sarkirina herêma şewatê didomin. Di şewatê de bi sedan donim erzî şewitî.