Şêniyên Til Temirê çi ji şandeya Kurdan dixwazin?

Piştî ku navên endamên şandeya Kurdan a ji bo hevdîtinên bi desthilata Şamê re aşkera bûn, şêniyên Til Temrê û koçberên ji herêmên dagîrkirî daxwazên xwe anîn ser ziman.

Şêniyên Til Temirê çi ji şandeya Kurdan dixwazin?
11 hezîran, 2025   05:06
HESEKÊ
EBDILXENÎ EL HAMAN

Di 4’ê Hezîranê de li ser rêkeftina konferansa "Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê" ku di 26’ê Nîsanê de li bajarê Qamişloyê li dar ket, navên endamên şanda dan û standinan bi desthiata Şamê re hat aşkerakirin. Endamên şandeyê xwe amade dikin ku biçin Şamê û bi desthilata Şamê re ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gotûbêjan bikin. 

Şêniyê Til Temirê û koçberên ji Serêkaniyê û Girê Spî der mijarê de daxwazên anîn ser ziman. Şêniyan xwest gera yekem a dan û standinan li ser bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li ser xaka Sûriyeyê û vegera ewle ya koçberan be, bi taybet koçberên ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî.

Şêniyê ji Serêkaniyê Mehmûd Mihemed der barê mijarê wiha got: "Em ji şanda kurdî ya ku dê biçe Şamê ji bo danûstandinan bi hikûmeta demkî re bike dixwazin ku gera yekem a danûstandinan ji bo vegera kurdên ku bi darê zorê ji malên xwe yên li Serêkaniyê, Girê Spî Eftînê koçber bûne be."

Her wiha got: "Hêviyên me mezin in ku ev şande mafên gelê Kurd bi dest bixe û navê Sûriyeyê li şûna "Komara Erebî ya Sûriyeyê" bibe "Komara Sûriyeyê" da ku hemû gel û mezheban hembêz bike.”

Xedîca Asim Îbrahîm daxwaza reformên destûrî yên berfireh kir û got: "Em daxwaz dikin ku şandeya ku ji bo danûstandinê bi Şamê re xwe amade dike, bixwaze ku destûr û xalên wê yên yekalî werin guhertin. "

Xedîcayê wiha berdewam kir: "Em ji wan daxwaz dikin ku bi hikûmeta demkî ya Şamê re danûstandinan bikin da ku ew erkên xwe yên li hember gelê Sûriyeyê bicîh bîne, vegera koçberên bi darê zorê bo bajarên xwe yên dagirkirî misoger bike, û hêzên dagirker ên Tirk û niştecihên ku ew anîne wir, ji wan bajaran derkevin, ji bo peydakirina jîngeheke ewle ji bo vegera koçberan.”

Xedîcayê di dawiya axaftina xwe de got: "Divê şande mafên gelên din ên ku bi gelê Kurd re dijîn wek Ereb, Asûr, Suryanan kêm neke û li kêleka mafên gelê Kurd mafên wan misoger bike."

Berces Ezîz Îbrahîm jî bal kişand ser aliyên çandî û neteweyî yên doza Kurdî û got: "Divê şandeya Kurdî ku xwe ji bo danûstandinê ligel desthilata Şamê amade dike, hêviyên gelên ku êşên giran kişandine û ziman û nasnameya wan ya çandî di bin desthilata rêjîma berê ya Beis`ê de ji holê rabûye, bîne cih."

Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê dan û standinên şandeyê ji bo bidestxistina mafên Kurdan ên neteweyî û çandî bin, her wih naskirin û fermîkirina zimanê kurdî û vegerandina Kurdên koçber bo cihên xwe yên resen.

ANHA