Darbeyên Amerîka û Brîtanya li Yemenê rojeva rojnameyên erebî ye

Rojnameyên erebî di hejmara xwe ya îro de behsa rewşa li Yemenê, Deryaya Sor, bangên derxistina hêzên Amerîka ji Iraqê kir.

Darbeyên Amerîka û Brîtanya li Yemenê rojeva rojnameyên erebî ye
12 ÇILE, 2024   09:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Independent Arabia nûçeyek bi sernav "Amerîka û Brîtanya navendên hûsiyan ên li Yemenê bombebaran kirin" weşand. Di nûçeyê de rojnameyê got piştî hedefgirtina hûsiyan keştiyên bazirganiyê li Deryaya Sor, Amerîka û Brîtanya vê sibê baregehên hûsiyan ên li Yemenê bombebaran kirin.

Rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyeke brîtanî ragihand ku wê darbeyên li dijî hûsiyan "sînordar" bin.

HÛSÎ GEF XWARIN WÊ BERSIVÊ BIDIN

Rojnameya El Erebî El Cedîd ku agahiyên xwe dispêre endamê Nivîsgeha Siyasî ya Hûsiyan Hezzam El Esed ragihand ku hûsî wê bersiva êrişên Amerîka û Brîtanya yên li dijî Sena û bajarên din bidin, her wiha got navîgasyon û berjewendiyên Amerîka û Brîtanya wê bên hedefgirtin.

NÎŞANEYÊN NECIDÎBÛNA HIKUMETA SÛDANÎ DI DERXISTINA HÊZÊN AMERÎKA JI IRAQÊ DE

Der barê geşedanên li Iraqê de rojnameya El Ereb aşkera kir ku peywendiyên veşartî di navbera hikumeta serokwerzîrê Iraqê Mihemed Şiya El Sûdanî û hempîşeyê wê ya Amerîkayê de têkildarî çarenûsa hebûna hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê li Iraqê hene. Li gor rojnameyê ev peywendî, hişt guman çê bibin ku hikumeta ji aliyê Çarçoveya Şîî ve hatiye avakirin, naxwaze ev hêz ji Iraqê derkevin.

Li gor rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyeke siyasî ya iraqî, ihtîmal heye ku Çarçoveya Şîî naxwaze bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re bikeve aloziyeke cidî ku dibe aramiya hikumetê xerab bike. 

(şx)