Meclisa Rêveber civîna xwe ya sale bi encamnameyan bi dawî kir

Meclisa Rêveber a kantona Cizîrê civîna xwe ya sala 2023'yan li hola Desteya Perwerdeyê ya Qamişlo li dar xist û bi gelek encamnameyan bi dawî kir.

Meclisa Rêveber civîna xwe ya sale bi encamnameyan bi dawî kir
Meclisa Rêveber civîna xwe ya sale bi encamnameyan bi dawî kir
Meclisa Rêveber civîna xwe ya sale bi encamnameyan bi dawî kir
11 ÇILE, 2024   23:43
QAMIŞLO

Di civînê de endamên Desteya Serokatiya Meclisa Rêveber a kantona Cizîrê, cîgirê hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gabrîel Şemûn, hevseroketiya Meclisa Qanûnsaz a kantona Cizîrê û hevserokên deste, nivîsgeh û komîteyên Meclisa Rêveber a kantona Cizîrê beşdar bûn.

Rewşa siyasî ya herêmê û bandora wê li ser rewşa aborî hat xwendin, piştre rapora giştî ya Meclisa Rêveber ku tê de xebatên hemû deste, nivîsgeh û komîteyên wê û projeyên sala 2023'yan hate xwendin.

Beşdaran zehmetiyên di pêkanîna projeyan de li pêşiya desteyan derketine nîqaş kirin, xebat û rêjeya pêkanîna projeyan nirxandin.

Di dawiya civînê de encamname û plansaziya sala 2024'an hatin diyarkirin:

Pêkanîna bendên Hevpeymana Civakî.

Pêşxistina xebata saziyên rêveberiyê û bicihkirina karmendên amadekirî di aliyê fikrî û rêveberî de.

Pêşxistina xebatên perwerdehiyê û xurtkirina mamoste û rêveberên dibistanan û peydakirina pêdiviyên dibistanan.

Piştgiriya saktora çandiniyê bi rêya peydakirina pêdiviyên hilberînê.

Piştgiriya saktora enerjiyê û peydakirina pêdiviyên wê û pêkanîna sîstema kêmkirina kehrebê û leckirina jimaryariyan ji bo tevahî saktoran.

Pêşxistina aliyê xizmetguzarî û piştgiriya şaredariyan di warê avê de û pêşxistina rêyan û paqijiyê û çareserkirina pirsgirêkên avê ku ew jî yek ji projeyên sereke yên rêveberiyê ye.

Domandina projeya gerînendetiya parastina sivîl û pêşxistina wê.

Nûjenkirina gerînendetiya giştî ya xizmetguzariyên pîşeyî.

Pêşxistina xizmetên bijîşkî û peydakirina derman û pêdiviyan ji bo nexweşxaneyan û temamkirina nexweşxaneya Hîmo.

Pêşxistina saktora pîşesaziyê û teşwîqkirina fînansê bi rêya peydakirina pêdiviyên wê.

Lidarxistina civînên her 3 mehan ji aliyê deste û nivîsgehan ve ji bo şêniyan û beşdarkirina wan jib o dayîna biryaran û girtina pêşniyariyên wan di xebatên rêveberiyê de.

Nûjenkirina navenda çaksaziyê.

Nûjenkirina navenda dermankirinê ji bo kesên hişbirê dibin û pêkanîna pêngavên hişyarkirina xeteriya hişbirê di nava beşên gel de.

Aktîfkirina rola ciwanan di hemû saziyên rêveberiyê de.

Peydakirina alîkariya tenduristî û pêdiviyên malbatên şehîdan û erkdarkirina wan di saziyên rêveberiyê de.

Peydakirina avahiyan ji bo saziyên rêveberiyê li gor pêdiviyên kar.

Piştgiriya projeyên jinan û girîngîdayîna hemleyên hişyarkirinê û xurtkirina rêxistinkirina jinan di nav saziyên rêveberiyê de.

Pêşxistina aboriya civakî û peydakirina derfetên kar û piştgiriya projeyên civakî yên biçûk.

Amadekirina budceya salane li gor girîngiyê û pêkanîna projeyan di demên diyarkirî de.

Pêşxistina şopandin û çavdêriyê bi rêya komîte û nivîsgehên çavdêriyê di hemû desteyan de û pêşxistina çavdêriya gelêrî û sîstema giliyan ji bo bidawîkirina gendelî û kêmasiyan.

(mh)