Dan û standinên Menameyê di navbera pêşbîniyên Sûdanê û redkirinê de ne

Lêkolînerek ji bo bidawîkirina şerê li Sûdanê got, rêya yekemîn a aştiyê ew e ku serkêşên şer werin dûrxistin û artêşeke nîştimanî were avakirin ku tevahî aliyên sûdanî di nav xwe de bigire.

Dan û standinên Menameyê di navbera pêşbîniyên Sûdanê û redkirinê de ne
5 sibat, 2024   06:35
QAHÎRE
MUHSIN El MISIRÎ

Di Çileya îsal de li paytexta Behreyn Menameyê 3 civîn di navbera fermandarên artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de hatin lidarxistin. Civîn bi amadebûna nûnerên ji Misir, Îmarat, DYA û Erebistanê Siûdî pêk hatin.

Têkildarî îhtîmala ku ev civîn bibe destpêka bidawîkirina şerê li Sûdanê lêkolînerê kar û barên Afrîkayê Dr. Mihemed Torşîn ji ANHA’yê re axivî.

ˊNAKOKIYÊN BERFIREHˊ

Torşîn destnîşan kir ku tiştekî nû di civînan de tune ye, ji ber ku li Cedeyê gelek dosyayên krîza Sûdanê hatin nîqaşkirin û tu encam nehatin girtin û got: "Heta niha jî nakokiyên berfireh di navbera helwesta hikumeta Sûdanê û nêrîna Piştevaniya Lezgîn de hene. Hikumet dibîne ku pêwîst e hêzên Piştevaniya Lezgîn berî ku beşdarî dan û standinan bin ji malên sivîlan û saziyên sivîl derkevin û di xalên diyar de bi cih bin. Hêzên Piştevaniya Lezgîn jî dibînin ku pergala zordest hîn jî di nav dewletê de maye û helwestên hikumetê yên der barê têkiliyên navneteweyî û hin dosyayên din de, red dike."

Torşîn destnîşan kir ku encamdayîna dan û standinan dûr e nexasim ku her aliyek dixwaze aliyê din têk bibe û got: "Biryarên ku tê de rewşa pêşerojê ya Piştevaniya Lezgîn nîqaş nekin û rola wan ji qada siyasî paşguh nekin, nikarin krîzê çareser bikin. Ji bilî vê jî hemû çareserî dê şer bi awayekî demkî rawestînin ku di vê navberê de her aliyek jî xwe ji bo cengên din amade bike."

ˊRÊYA ÇARESERIYÊˊ

Torşîn diyar kir ku herdu aliyên aloziyê yên Sûdanê ne xwedî nêrîneke cidî ya bidawîkirina şer in û got: "Çareserî ew e ku serkêşên leşkerî û yên Piştevaniya Lezgîn ji qadê bên dûrxistin û hemû tevgerên çekdar di serî de Piştevaniya Lezgîn di bin siya artêşa Sûdanê de bên yekkirin û hilbijartinên giştî bên kirin."

Torşîn anî ziman ku di heyama hebûna artêş û tevgerên leşkerî derveyî saziya leşkerî ya fermî ya dewletê de û hemwextî domandina heman siyasetan ji aliyê saziyên dewletê ve, tu hilbijartin û çareserî pêk nayên.

Di dawiya axaftina xwe de Torşîn got: "Daxuyaniyên El Burhan ên der barê redkirina çareseriyê ji derve tenê bi armanca bidestxistina piştgiriya hundirîn ji gel e. Nexasim ku derve ji berê de di krîza Sûdanê de bandorekê dilîze. Çi bi rêya dan û standinên Cede çi bi ya rêxistina Egadê û çi jî bi ya Yekitiya Afrîkayê."

(mh)