DAIŞ’ê êrişî hêzên Heşdî Şeebî kirin

Çeteyên DAIŞ’ê li navçeya Zerke ya li Rojhilatê parêzgeha Selahedîn êrişî hêzên Heşdî Şeebî kirin û encamê de 2 çekdarên Heşdî Şeebî hatin kuştin û 3 çekdar jî birîndarbûn.

DAIŞ’ê êrişî hêzên Heşdî Şeebî kirin
7 ÇILE, 2024   09:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Heşda Şeebî bi daxuyaniyekê ragihand ku tabûra 2 ya lîwaya 22 ya Fermandariya Operasyonên Kerkûk û Rojhilatê Dicle li parêzgeha Selahedînê kariye rûbirûyê êrişeke terorîstî bibe.

diyarkirin ku duh bi şev çeteyên DAIŞ’ê êrişî xalek ya hêzên Heşdî Şeebî ya li navçeya Zerke ya li rojhilatê parêzgeha Selahedîn kirine.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di êrişa DAIŞ’ê de 2 çekdarên Heşdî Şeebî hatin kuştin û 3 çekdar jî birîndar bûn.