Cotkar ji mewsima îsal bi hêvî ne

Ji ber barana dawiya payîzê, cotkarên herêmê pêşbiniya mewsimeke çandiniyê ya baş dikin. Pisporekî çandiniyê destnîşan kir ku rewşa çandiniyê heta niha di asta herî baş de ye.

Cotkar ji mewsima îsal bi hêvî ne
Cotkar ji mewsima îsal bi hêvî ne
9 kanûn 2023   10:08
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Di payîza îsal de baran baş barî. Barana payîzê ji bo cotkar û xwediyên sewalan girîng e; ji ber ku dihêle giya berî çandina zeviyan zû mezin bibe ku di encamê de barê lêçûna dermanê giyayan li ser cotkaran sivik dibe, her wiha çêregeh baş bibe.

Her wiha baran dihêle cotkirina erdê jî hêsantir bibe, di encamê de jî sotemeniya ku li amûrên cotkirinê diçe kêm tê bikaranîn.

Pisporê çandiniyê Azad Îbrahîm got barana di çend rojên borî de bariya ji bo çandiniyê gelekî baş bû û cotkirina zeviyan û reşandina tov hêsantir kir.

Cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi çandina zeviyên bejî û avî kir ku di salên borî de ji ber barîna dereng a baranê neçar man zeviyên xwe dereng cot bikin.

Li gorî Îbrahîm, eger baran bi van rêjeyan zivistanê jî baş bibare dê mewsima çandiniyê gelekî serkeftî be.

Îbrahîm diyar kir ku barîna baranê hişt rewşa berhemên sewaldariyê jî baştir bibe û barê lêçûna êm sivik kir.

Girêdayî wê, komîteyên çandiniyê yên navçe û bajaran dest bi diyarkirina zeviyên avî kir da ku mazotê ji bo jeneratorên çandiniyê belav bikin. Tê payîn ku di dawiya vê mehê de beşa yekem a mazotê bê dayîn.

(mh)

ANHA