Li Soran sê roj şîn hat ragihandin
Şeva borî li navçeya Soran agir bi avahiyekê ket û di encamê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birînda bûn. Ji ber bûyerê li îdareya Soran sê roj şîn hat ragihandin.

Berpirsê Îdareya Soran Helgurd Şêx Necîb daxuyaniyek da û têde sê roj şîna giştî ragihand.
Helgurd Şêx Necîb ji bo hevxemiyê ji îro de em sê rojan şîna giştî radigihînin.
Piştî bûyera duh bi şev desteya wezîran a Herêma Kurdistanê daxwaz kir komîsyonek taybet ji bo lêkolînkirina bûyerê pêkwere.
Şeva borî li navçeya Soran ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê agir bi avahiyekê ket û di encama şewatê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.