COP28 û geşedanên li Xezayê rojeva rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî vê sibê behsa tevgerên Tirkiye, geşedanên li Xezayê û kongreya avhewayê ya NY’yê kir.

COP28 û geşedanên li Xezayê rojeva rojnameyên erebî ne
9 kanûn 2023   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb der barê tevgerên dewleta Tirk ên li herêmê de nûçeyek parve kir. 

Rojnameyê diyar kir ku serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, carede din tevlêkirina Siwêdê ji bo NATO`yê xist rojevê, li gel ku di Kongreya Amerîkayê de li dijî firotina balafirên F-16 ji Tirkiyeyê nerazîbûn zêde bûn. Nemaze ku Enqere ji kirîna F-35’an bê par ma, piştî ku pergala moşekan S-400 a Rûsyayê kirî.

Erdogan, li ser tevlêkirina Siwêdê û kirîna balafran bi awayekî aşkera bazar kir. Nexasim piştî ku Kanada kamerayên ji dronan re pêwîst nefirotin Tirkiyeyê, Erdogan diyar kir ku lihevkirinek di navbera Kanada û Amerîkayê de heye.

‘OPERASYONÊN LI DIJÎ BAŞÛRÊ XEZAYÊ DÊ HETA ÇEND HEFTEYAN DEWAM BIKIN’

Der barê rewşa Xezayê de tora El Hura ku agahiyên xwe spartin rayedarekî Wezareta Parastinê ya Îsraîlê yê ji malpera Axios re axiviye, destnîşan kir ku Îsraîl pêşbîn dike ku operasyonên xwe li Xan Yunisê yê başûrê Xezayê di 3 hefteyên bê de bi dawî bike.

Li gorî torê, heman rayedarî gotiye: “Pêvajoya şer gelekî giran e. Îhtîmal heye 3 heta 4 hefteyan dewam bike.”

Heman rayedarî aşkera kir ku hêzên Îsraîlê li beşa bakurê Xezayê bi pêş ketine, lê belê operasyona li Xan Yunisê ku li gorî texmînên Îsraîlê rêveberên Hemasê tê de ne, nû dest pê kirine.

‘CUDABÛN LI SER KONGREYA AVHEWAYÊ SERWER BÛ’

Rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek têkildarî konferansa avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP 28) weşand. Di nûçeyê de rojnameyê destnîşan kir ku serokê lûtkeya COP 28 Sultan El Cabir bang li dewletên tev li lûtkeyê bûne, kir ku bi awayekî cidî bixebitin ji bo ku li ser diyarkirina dema bidawîkirina kongreyê li hev bikin.

Cudabûn li ser kongreyê serwer bû. Ajansa Avhewayê ya girêdayî NY`yê duh înê reşnivîsa lihevkirina kongreyê belav kir. Di wê reşnivîsê de, têkildarî bikaranîna sotemeniyê hin vebijêrk hebûn.

(şx)