Cotkar: Em dikarin herêma xwe bi berheman dewlemend bikin

Cotkarekî ji kantona Cizîrê li erdê xwe sebze û darên fêkiyan çandin, li kêleka wê jî firêz çandine û li sûkên herêmê difiroşe û got "Em dikarin herêma xwe bi cureyên çandiniyê dewlemend bikin.”

19 hezîran, 2024   06:17
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Cotkarê ji gundê Şebek ê bajarê Çilaxayê yê kantona Cizîrê Ehmed Hesen (50) xwedî 6 donimên zeviyên çandiniyê ye.

Li herêma ku erda Ehmed Hesen lê ye, xwedî axeke dewlemend e û ava binerd lê zêde ye. Her wiha li wê deverê gelek cureyên darên fêkî û sebze tên çandin.

Ehmed Hesen, beriya di baxçeya xwe de bixebite, li Lubnanê bû. Hesen di sala 2020ˊan de vegerî gundê xwe û dest bi karê xwe kir. 200 darên sêv, purteqal, lîmon, çeftelî, manga, fistiq helebî, gûz, behîv, tirî, zeytûn, hejîr, kerez, mişmiş û hinar çandin. Li kêleka wê jî sebze û firêz (çîlek) çandin. Di 200 metreçargoşeyî de firêz çandine.

Hesen destnîşan kir ku destpêkê 5 şitilên firêzan çandine, piştî 5 salan ew zêde kirine.

Ehmed Hesen rojane firêzan li sûkên herêmê difiroşe û hin caran digihêje 70 kîloyan, li kêleka wê jî mişmiş, kerez û xoxan li sûkan difiroşe. Her wiha Hesen enanans jî li baxçeyê xwe çandine.

Hesen got ew dixwaze her kes pişta xwe bide berhemên li herêmê û rêbaza xwetêrkirinê li herêmê hebe. Bi wê re herêm di aliyên cureyên çandiniyê de dewlemend dibe û buha dadikevin. Hesen wiha got: "Em girîngiyê bidin çandiyê û piştre ew jî girîngiyê bide me."

Hesen di dawiyê de anî ziman ku gelek cureyên çandiniyê li herêmê tên çandin, ji ber ku axa wê dewlemend e û avhewayê wê baş e, lê tenê girîngîdayîn pêwîst e.

(fr)

ANHA