Dagirkeran zeviya xoxan kir mêtingeh

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li zeviyeke darên xoxan a li Efrînê ku 500 dar lê hene, mêtingehek ava kir. Xwediyên darên xoxan sala 2018`an dabûn koçberkirin.

Dagirkeran zeviya xoxan kir mêtingeh
19 hezîran, 2024   02:35
QAMIŞLO

Çîroka koçberê ji Efrînê Emîn Mihemed balê dikişîne ser êşên sûriyeyiyan ên ji ber sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dikişînin. Sala 2018`an dema dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê wî dagir kir, li gel bi sed hezaran efrîniyan neçar ma mal û zeviyên xwe terk bike. Dûre dagirkeran li şûna zeviyên wê, mêtingeh ava kir û mezraya wî kir çêregeha çêlan.

Li herêmên Sûriyeyê wekî Ezaz, Cerablus, Bab, Idlib, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin, ewlehî nîn e. Koçberkirin û desteserkirina mal û milkên koçberan didome. Vê dawiyê jî, Heyva Sor a Qeterê ragihand ku 13 mêtingeh li bakurê Sûriyeyê ava kirine. Ev siyaseta bicihkirina biyaniyan li şûna şêniyên resen xurttir dike.

Emîn Murad Mihemed ji gundê Şîtka yê bajarokê Mabeta yê kantona Efrîn û Şehbayê ye ku sala 2018`an dema dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê wî dagir kir, mal û milkên wî desteser kirin û li nava erdê wî mêtingeh ava kir. Mihemed niha li Qamişloyê dimîne.

Zeviya Mihemed di navbera Cindirês û gundê Hemlikê de ye. 2 hektar e û 500 darên xoxan lê çandibûn û bîrek jî lê heye. Lê dagirkeran tevahî dar jê kirin û mêtingehek li şûnê çêkir û kesên biyanî li wir bi cih kirine.

Mihemed diyar kir ku dagirkeran mal û mezraya wî ku 100 darên gêlaz û 700 darên zeytûnan, mêw û hinar lê hebûne, desteser kir û veguherand çêregeha çêlan ên ku ji malên koçberên Efrînê dizîne.

Beriya dagirkirina Efrînê Mihemed debara xwe bi zeviyên xwe dikir û her wiha bîra di nava zeviyê wî de pê zeviyên derdorê jî av dida.

Mihemed der barê mijarê de got: "Ew sûcên şer li dijî xwezaya Efrînê dikin. Dev ji tiştê anîne serê mal û milkên min berdin, lê wijdana kê tehemul dike ku avê bi pere bifiroşe. Ev nîmeta Xwedê ye. Dilê kê digire ku daran qut bike û zeviyên berhemdar ku av lê heye, bike mêtingeh?”

Emîn Mihemed got: "Ev erd ne ya Tirkiyeyê ye ku çawa dixwaze pê bike. Ne ji mafê wê ye ku van zeviyan bike mêtingeh ku çeteyan û malbatên filistînî tê de bi cih bike. Ev erd milkê me û yê sûriyeyiyan e.”

Mihemed diyar kir sedemeke dewamkirina sûcên dagirkeran jî bêdengiya NY û Yekitiya Ewropayê ye. Ji ber wê bang li saziyên navneteweyî kir ku destwerdanê bikin, fişarê li deweta Tirk bikin da ku dagirkerî raweste. Mihemed bi hêvî ye ku vegere Efrînê, piştî ku dagirker jê bên derxistin.

Li gorî çavdêran, dewleta Tirk û rêxistinên din ên xwediyên îdeolojiya îslamî ya radîkal, ji destpêka dagirkirinê anku sala 2016`an ve hewl didin şêniyên resen ji herêmên dagirkirî bidin koçberkirin û li şûna wan malbatên çeteyan bi cih bikin.

(şx)

ANHA