Koçberan daxwaza vegera ewle kir

Koçberên Efrîn û Şehbayê yên li kantona Reqayê dimînin daxwaza başkirina rewşa jiyanî û garantiya vegera wan a ewle ji bo warên xwe kir.

Koçberan daxwaza vegera ewle kir
Koçberan daxwaza vegera ewle kir
Koçberan daxwaza vegera ewle kir
Koçberan daxwaza vegera ewle kir
6 ÇILE, 2026   06:45
REQA
MIZGÎN ELÎ

Koçberên ji kantona Efrîn-Şehbayê yên li kantona Reqayê dimînin, zehmetiyên xwe yên rojane yên li wargehên koçberiyê anî ziman ku xwestin ewle vegerin warê xwe.

Koçbera bi navê Alyaa Mistefa diyar kir ku piraniya koçberan dixwazin vegerin malên xwe, lê tunebûna ewlehiyê li pêşiya vegerê dibe asteng.

Alyaayê da zanîn ku li Efrînê dizî û binpêkirinan, girtin û astengiyên ku bendên kontrolê derdixin dewam dikin, cihên binçavkiriyan nayê zanîn û kesên winda jî hene ku agahî ji wan nayên girtin.

Alyaayê anî ziman ku rewşa koçberên li wargehên bicihkirinê gelek zehmet e û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Ji nêzî salekê ve malbat di odeyekê de dimînin. Cihê xew, xwarin û şoştinê ew ode ye. Hêmanên sereke yên jiyan nîn in. Mazot a ji bo germkirinê ne baş e. Hinek malbat hene heya niha bê sobe ne. Paqijî jî kêm e."

Alyaa Mistefa got kurê wê nexweş e û pêdiviya wî bi lênerîna bijîşkî heye, lê îmkanên wê yên madî tune ye ku wî bibe gel bijîşk. Alyaa da zanîn ku xercê şîrê zarokan jî mehane 6 qutîkan derbas dike û hezar dolarên ku ew mehane werdigirin têra xwarin, av û pêdiviyên din nake.

Koçbera bi navê Stêrvan Eseed Ebdo diyar kir ku koçber dixwazin di demeke nêzî de vegerin ser erdê xwe, lê agahiyên ku çavkaniyên xwecih didin, dibêjin ewlehî tune ye.

Stêrvanê destnîşan kir ku birayê wê winda ye û got: "Hinek dibêjin "hatiye kuştin, lê heya niha agahiyên piştrast tune ne û aqûbeta wî jî nayê zanîn."

Her wiha da zanîn milkên tevahî koçberan hatin dizîn û talankirin û bang li aliyên têkildar kir ku peymana 10’ê Adarê bi cih bînin û vegera wan a ewle garantî bikin.

Koçbera bi navê Leyla Elî jî bi bîr xist ku ew ji 9 salan ve koçber in û gelek windahî dîtine. Leylayê bi van gotinan koçberiyeke nû red kir: "Ji koçberiyê re êdî bes e. Em dixwazin vegerin malên xwe û mafên xwe bi dest bixin."

(b)

ANHA