Civîna şandeya YPJ a bi Wezîrê Parastinê re bi dawî bû

Şandeya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji bo hevdîtinê li gel Wezîrê Parastinê yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê çûbû  Şamê, vegeriya.

Civîna şandeya YPJ a bi Wezîrê Parastinê re bi dawî bû
1 nîsan, 2026   15:06
 NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya peymana 29’ê Çileya 2026’an a di navbera QSD û hukûmeta demkî ya Sûriyeyê de, îro , şandeyek ji Fermandariya YPJ’ê gihişt paytexta Sûriyeyê Şamê. Şandeya YPJ`ê bi Wezîrê Parastinê yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê re hevditin pêk anî.

Li gorî agahiyên ku çevkaniyên ku şandeya YPJ’ê dane ajansa me mijara sereke ya hevdîtinê şêweyê beşdariya YPJ a nava artêşê ye.

Tê payîn ku şandeya YPJ`ê di derbarê hevditinê de daxuyanî bide.

şande ji çar kesan pêk dihat:

Endamên Fermandariya YPJ Sozdar Hacî û Rohilat Efrîn

Fermandara ketîba Jin a Lîwaya Qamişlo Xalsa Ayêd

Berdevka Ragihandina YPJ Ruken Cemal.