Beriya cejnê li Hesekê bihatî zêde bûye

Xelkê Hesekê ji ber bihabûna kel û pelan gelek zehmetiyan dibîne heyanî ku pêdiviyên cejna Qurbanê pêk tînin.  

Beriya cejnê li Hesekê bihatî zêde bûye
Beriya cejnê li Hesekê bihatî zêde bûye
Beriya cejnê li Hesekê bihatî zêde bûye
Beriya cejnê li Hesekê bihatî zêde bûye
Beriya cejnê li Hesekê bihatî zêde bûye
Beriya cejnê li Hesekê bihatî zêde bûye
Beriya cejnê li Hesekê bihatî zêde bûye
Beriya cejnê li Hesekê bihatî zêde bûye
Beriya cejnê li Hesekê bihatî zêde bûye
Beriya cejnê li Hesekê bihatî zêde bûye
Beriya cejnê li Hesekê bihatî zêde bûye
Beriya cejnê li Hesekê bihatî zêde bûye
Beriya cejnê li Hesekê bihatî zêde bûye
Beriya cejnê li Hesekê bihatî zêde bûye
Beriya cejnê li Hesekê bihatî zêde bûye
Beriya cejnê li Hesekê bihatî zêde bûye
Beriya cejnê li Hesekê bihatî zêde bûye
Beriya cejnê li Hesekê bihatî zêde bûye
Beriya cejnê li Hesekê bihatî zêde bûye
Beriya cejnê li Hesekê bihatî zêde bûye
Beriya cejnê li Hesekê bihatî zêde bûye
26 gulan, 2026   06:15
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Xelkê Hesekê amadekariyên cejna Qurbanê dike. Dibe ku liv û tevger li bazarê hebe lê şênî ji ber bihabûna kel û pelan zêde nikarin pêdiviyên xwe bikirin.

Têkildarî rewşa bazarê û bihabûna kel û pelan welatî ji ajansa me re axivîn.

Firoşkar Ciwan Abdulselam got îsal şîranî li gorî par biha bûye. Buha ji 10 hezar heyanî 15 hezarî li gorî par zêde bûye. Berê xelkê miqdarekî zêde şekir dikirî lê îsal gelekî kêm dikire, ji ber ku biha bûye. Dibe ku li bazarê tevger hebe lê kirîn gelekî kêm bûye. Hinek cureyên şekir ku par bi 28 hezar lîreyê Sûriyeyê difirotin, îsal kîlo bûye bi 35 hezar û kîloya hinek cureyên şekir gihaştiye 90 hezar lîreyî.

Welatiyê bi navê Rêzan Mihemed anî ziman ku ew çûye bazarê da ku ji bo cejna Qurbanê kel û pelan bikire lê gelekî biha bûne û derfetên welatiyan nîn e ku ew qasî biha bikirin. Mihemed diyar kir ku buhayê kel û pelan êdî bi dolarê amerîkî ve girêdayî ye û niha her tişt gelekî biha bûye.

Mihemed ji aliyên têkildar xwest bazarê bişopînin da ku bikarin buhayê kel û pelan kontrol bikin.

Her wiha welatiyê bi navê Abdullah El Elî axivî û got şîranî gelekî biha bûye. Par wan kîloyeke şîraniyê bi 20 hezar lîreyî dikirî, îsal bûye 30 hezar lîre. El Elî diyar kir ku xelk neçar dimîne deyn bike yan jî sewal û erdên xwe bifiroşe heyanî ku bikarin pêdiviyên cejnê pêk bînin. Malbatên xizan ji bo pêdiviyên cejnê pêk bînin gelekî zor û zehmetiyê dibînin.

(np)

ANHA