Çeteyên Tirkiyeyê bakurê Minbicê topbaran dikin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker gundên bakurê Minbicê topbaran dikin.

 Çeteyên Tirkiyeyê bakurê Minbicê topbaran dikin
23 kanûn, 2023   21:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser rûpela xwe ya fermî wiha daxuyand: "Careke din dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Diri El Firat gundên bakur-rojavayê Minbicê topbaran dikin. Di van kêliyan de gundên Seyade, Um Edese û Dendeniyê bi guleyên hawinê ji baregehawan a li gundê Şêx Nasir ve tên topbarankirin."

(fr)