Artêşa Tirk binesaziya herêmê hedef girt

Artêşa Tirk a dagirker beriya çend kêliyan nuqteyên petrolê yên li derdora Tirbespiyê û gundê Banê Şikeftê yê Dêrikê hedef girtin

Artêşa Tirk binesaziya herêmê hedef girt
23 kanûn, 2023   22:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker stasyona Seîde ya petrolê û bîra Ewdê kir hedef.

Girêdayî mijarê nûçegihanê me ji Dêrikê jî diyar kir ku artêşa Tirk stasyona kehrebê ya li gundê Banê Şikeftê ya li herêma Koçerat a li gundewarên bajêr kir hedef.

(fr)

ANHA