Di roja 9′an a Mîhrîcana Rojava de: Pirsgirêkên zimanê Kurdî hatin nîqaşkirin

Di roja 9′an a Mîhrîcana 9′an a Rojava ya Çand û Hunerê de li ser pirsgirêkên zimanê Kurdî semînerek hate lidarxistin, her wiha ji helbestvanên Amûdê re şehvbuhêrkek hate lidarxistin û fîlmek hate pêşandan.

Di roja 9′an a Mîhrîcana Rojava de: Pirsgirêkên zimanê Kurdî hatin nîqaşkirin
Di roja 9′an a Mîhrîcana Rojava de: Pirsgirêkên zimanê Kurdî hatin nîqaşkirin
Di roja 9′an a Mîhrîcana Rojava de: Pirsgirêkên zimanê Kurdî hatin nîqaşkirin
Di roja 9′an a Mîhrîcana Rojava de: Pirsgirêkên zimanê Kurdî hatin nîqaşkirin
Di roja 9′an a Mîhrîcana Rojava de: Pirsgirêkên zimanê Kurdî hatin nîqaşkirin
23 kanûn, 2023   21:17
QAMIŞLO

Di roja 9`an a Mîhrîcana 9′an a Rojava ya Çand û Hunerê de ku ji hêla Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ve û li navenda HRRK`ê ya li bajarê Qamişlo tê birêxistinkirin, bi beşdariya kesayetên rewşenbîr ên herêmê dewam dike.

Çalakiyên roja 9′an bi lidarxistina semînerekê bi sernavê ′Li ser pirs û pirsgirêkên ziman′ ji hêla lêkolerê ziman Deham Ebdulfetah ve dest pê kir.

Di semînerê de Ebdulfetah behsa girîngiya ziman li cem gelan kir û wiha got: "Ziman nasnameya gelan e û bêyî wê hebûna gel tune ye. Lê mixabin em heta niha girîngiya ziman nizanin. Ji lew re bi milyonan Kurd ji zimanê xwe hatine tecrîdkirin û helandin."

Ebdulfetah bal kişand ser pêwîstiya avakirina zimanekî Kurdî ya standard ku tê de hemû zaravayên wê hebin û îşaret bi pirsgirên ziman kir û wiha domand: "Nêrîneke yekgirtî ku zimanzanên Kurd li hev kom bike, tune ye."

Piştre beşdaran nêrînên xwe û pirs parve kirin.

Di mijara duyemîn de şivbuhêrkeke bi sernavê ′Êvara Amûda Şewatan′ hate lidarxistin. Di şevbuhêrkê de helbestvanên Amûdê ′Idrîs Hacî Tahir, Arşik Baravî, Beşîra Mela Newaf, Bêrîvan Faris, Bêşeroj Cewherî, Hesen Hesen, Xelîl El Wecî, Dilyar Hebîb, Kurdyar Dirêî û Çelebî Ehmed′ helbestên bi zimanê Kurdî xwendin.

Çalakiya roja 9′an bi pêşandana fîlma′Blooming in the street′ bi zimanê ingilîz bi dawî bû.

(fr)

ANHA