CENTCOM: Me moşekên hûsiyan beriya ku biavêjin wêran kir

CENTCOM`ê ragihand ku hêzên wan 7 moşekên cruse ên hûsiyan ên li dijî keştiyan ên hûsiyan ku Îran piştgiriya wan dike û ji avêtinê re hatibûn amadekirin, wêran kirin.

CENTCOM: Me moşekên hûsiyan beriya ku biavêjin wêran kir
24 sibat, 2024   09:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li ser hesabê xwe yê "X" daxuyaniyek da û got: "Hêzên me 7 moşekên cruse ên li dijî keştiyan ên hûsiyan ku Îran piştgiriya wan dike û ji avêtinê re hatibûn amadekirin, wêran kirin."

CENTCOM`ê berê ragihandibû ku hêzên Amerîkayê roja înê, 3 balafirên bêmirov ên hûsiyan ku nêzî keştiyên bazirganiyê bûne li Deryaya Sor xistine xwarê beyî ku zirar li keştiyan were."

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Brîtanya bi armanca kêmkirina şiyanên hûsiyan ên ku azadiya navîgasyonê li Deryaya Sor xistine xetereyê, baregeh û navendên wan bombebaran kirin.

Hûsî jî dibêjin ji bo piştgiriya Xezayê ew keştiyên şîrketên Îsraîlê yan jî kelûpelan ji Îsraîlê derdixin yan jî dibin Îsraîlê dikin hedef.

Hûsiyan roja înê gef xwaribûn ku dê tengava Bab El Mendeb a ku ji korîdorên avî yên li cîhanê ya herî girîng e û ji sedî 10`ê tevgera navîgasyonê li wir çêdibe, bi temamî bigirin.

(şx)