Komek ciwanên Ereb û Kurd tevlî HRE’yê bûn
Komek ciwanên Ereb û Kurd tevlî nava refên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bûn. Ciwanan diyar kir ku ew li dijî dagirkerî û sûcên dijî mirovahiyê tevlî HRE'yê dibin.
![Komek ciwanên Ereb û Kurd tevlî HRE’yê bûn](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202402/image_870x_65d987fd33bfa.jpg)
Ciwanên Ereb û Kurd bi daxuyaniyekê tevlî nava refên Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRE) bûn. Ciwanan ku tevê bûn diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gel, jin û ciwanên herêmê her cure rêbazên qirêj pêk tîne.
Daxuyanî wiha ye:
“Dewleta Tirk a dagirker-qirker û faşîst bi polîtîkayên xwe yê înkar û îmhayê, tecrîda li ser Rêber Apo giran dike. Rêber Apo 25 sal in di Girtîgeha Îmraliyê de dîl tê girtin û der barê rewşa tenduristiya Rêber Apo de agahiyên zelal nayên bidestxistin. Bi gelek polîtîka û rêbazên şer gelê me hedef digirin. Bajarên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li ber çavên cîhanê hatin dagirkirin. Îro dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li van herêmên dagirkirî li dijî gelê me, jin û ciwanan her cure rêbazên qirêj bi kar tîne. Ji cinayet, revandin, tecawiz, desteserkirina mal û milkên gel û guhertina demografîk. Pêdiviyên jiyanî yên gelê me bi şer û balafirên keşfê hedef tên girtin, li her qadê zilm û qirkirin li gelê me tê kirin, cîhan li hemberî van sucên dewleta Tirk a dagirker ker, kor e û lal e.
Em weke ciwanên Kurd û Ereb ên vî gelê berxwedêr û serhildêr ên li ser rêya azadiyê; Em ê beriya her tiştî ji bo bersivdayîna tecrîda li ser Rêber Apo, tolhildana êrîşên nehiqûqî û nexlaqî yên li ser gel û hilanîna tola lehengên çalakiya gundê Basilê, ji fermandarên pêşeng Cûdî Reşo, Çîçek Kobanê, Cûdî Gabar, Jiyan Efrîn û Dilşêr Serêkaniyê em soz didin û çeka xwe li hemberê dijmin radikin.”
Di dawiyê de ciwanan bang li hemû jin û ciwanan kirin ku xwedî li erka xwe derkevin û tevlî nava refên azadiyê bibin.
Daxuyaniya ciwanan bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedaniya gelan” û “Tolhildan soza me ye” bi dawî bû.