Komeleya Kurdan a li Bremenê hate tehdîtkirin

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Bremenê yê Almanyayê bi nameyekê ku tê de guleyek, bi nivîsa ‘SS’ û xaça tewandî  heyî, hate tehdîtkirin.

Komeleya Kurdan a li Bremenê hate tehdîtkirin
24 sibat, 2024   09:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji Komeleya Bratî e.V’yê (Navenda Civaka Demokratîk a Kurd) a li bajarê Bremenê re nameyeke gefxwarinê ku tê de gule hene, hate hiştin.

Ji aliyê hin kesan ve ku nasnameya wan ne diyar e, di 21’ê Sibatê de guleyên ku li ser SS û xaçên tewandî hatine nivîsandin, danîne li ser sindoqa posteyê ya komeleyê.

Her wiha rêveberên komeleyê tim di bin çavdêriya polîsan de ne û herî dawiyê jî di 13'yê Çileyê de polîsan bi operasyonekê êrişî komeleyê kiribû. Tevî vê yekê hatina tehdîdeke wiha bû sedema metirsiyê.

Nûnerên komeleyê di 22’yê Sibatê de der heqê nameya gefxwarinê de serlêdana sûc kirin.

Di 23'yê Mijdara 2023'yan de ji kargehên Kurdan ên li bajarê Bremenê re nameyên gefxwarinê yên ku tê de nîvîsa ‘em ê we bikujin’ hebûn, hatibû hiştin.