CENTCOM: Hêzên me 2 moşekên Hûsiyan bê bandor kirin

CENTCOM`ê ragihand ku hêzên wan 2 moşekên ji herêma Hûsiyan a li Yemenê hatine avêtin, bê bandor kirine.

CENTCOM: Hêzên me 2 moşekên Hûsiyan bê bandor kirin
9 adar, 2024   11:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) duh ragihand ku hêzên wan "di çarçoveya xweparastinê de" 2 moşek bê bandor kirine.

CENTCOM`ê aşkera kir ku Hûsiyan 2 moşek ji Yemenê avêtine keştiya M/V Propel Fortun a ku ala Sîngapore li ser bûye lê her du moşek bê bandor kirine.

Der barê zirar û windahiyan de tu agahî nehatin bidestxistin. 

(şx)