Li Minbicê 2 bazirganên narkotîkê hatin destgîr kirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku li Minbicê 2 bazirganên narkotîkê destgîr kirine.

Li Minbicê 2 bazirganên narkotîkê hatin destgîr kirin
9 adar, 2024   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

 Daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li ser mijarê wiha ye:

"Roja şemiyê 2’yê Adarê, hêzên dijî madeyên hişbir 2 kesên ku madeyên hişbir li bajarê Minbicê belav dikirin, destgîr kirin.

Di encama xebat û kedên berdewam ên Rêveberiya Têkoşîna li dijî Hişbirê ya ji bo jinavbirina vê nexweşiyê de, agahî hatin bidestxistin ku 2 kes bi madeyên hişbir re mijûl dibin û yekser tîmên çavdêrî û lêkolînê rastiya wan agahiyan piştrast kirin û liv û tevgerên wan şopandin û piştî komkirina delîlên pêwîst, mudaxeleyî wan kirin û ew destgîr kirin. Li gel wan ev tişt hatin dîtin: 235 gram krîstal, 5.5 gram qumbuzên ji tovên heşîşê, narincokek, amprên bikaranîna hişbirê û mêzîneke elektronîk.

Ji bo ku der barê wan de tedbîrên qanûnî bên girtin, sewqî Dozgeriya Giştî hatin kirin."