Çalakiyên xwedîderketina li Rojava dewam dikin

Li Ewropayê di çalakiyên xwedîderketina li berxwedana Rojava de, daxwaza naskirina statuya Rojava û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatin kirin.

Çalakiyên xwedîderketina li Rojava dewam dikin
Çalakiyên xwedîderketina li Rojava dewam dikin
Çalakiyên xwedîderketina li Rojava dewam dikin
Çalakiyên xwedîderketina li Rojava dewam dikin
Çalakiyên xwedîderketina li Rojava dewam dikin
Çalakiyên xwedîderketina li Rojava dewam dikin
Çalakiyên xwedîderketina li Rojava dewam dikin
Çalakiyên xwedîderketina li Rojava dewam dikin
Çalakiyên xwedîderketina li Rojava dewam dikin
Çalakiyên xwedîderketina li Rojava dewam dikin
Çalakiyên xwedîderketina li Rojava dewam dikin
Çalakiyên xwedîderketina li Rojava dewam dikin
Çalakiyên xwedîderketina li Rojava dewam dikin
7 sibat, 2026   23:51
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li bajarên Ewropayê şermezarkirina dorpêça li ser Kobanê û xwedîderketina li berxwedana Rojava çalakiyên cuda dewam dikin.

MARSILYA

Li bajarê Marsilya yê Fransayê, gelê Kurd û nûnerên saziyên demokratîk ên Fransî, li dijî êrişên li ser Rojava li Qada Canabiere li hev civiyan. Mitînga bi dirûşmeya “Li Rojava xwedî derkeve”, di şexsê şehîdên Rojava de ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Di qada mitîngê de gelek caran dirûşmeyên, “Rojava ne bi tenê ye” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin û pankartên “Defend Rojava” û “Li Rojava xwedî derkeve” hatin vekirin.

Li ser navê Meclisa Gel a Kurd a Marsilyayê Erhan Karayazi axivî û bal kişand ser hêzên li pişt êrîşên li ser Rojava. Karayazi diyar kir ku di rûyê xuya ya êrişan de avaniyên çete yên wekî HTŞ û DAIŞ’ê cih digrin û got gelê Kurd hêzên li pişt van avaniyan baş dizanin. Karayazi bilêv kir ku dixwazin li Rojava planên komkujî û qirkirinê li ser van çeteyan bixin dewrê û destnîşan kir ku gelê Kurd wê bi hemû derfetên xwe li gel Rojava bisekinin.

Karayazi di axaftina xwe de bal kişand ser kampanyayên reşkirinê ku li ser medyaya dijîtal li dijî Rêber Apo tê kirin û diyar kir ku Şoreşa Rojava li ser bingeha fikir û paradîgmaya Rêber Apo pêş ketiye û ev kampanya şoreşê hedef digrin.

Mitîng bi banga tevlîbûna bîranîna ku wê di 8’ê Sibata 2026’an de li Marsîlyayê ji bo şehîdên Helebê werin lidarxistin, bi dawî bû.

KARLSRUHE

Li bajarê  Karlsruhe yê Almanyayê ji bo protestokirina êriş û dorpêça li ser Rojava meşeke girseyî hat lidarxistin. Meşa ku ji aliyê Federasyona Gelên Kurd ên Baden-Württemberg û Bayernê (FED-GEL) ve hat organîzekirin, ji hêla Die Linke (Partiya Çep), Yekîtiya Jinên Kurd ên Elmanya (YJK-E), Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-I), gelek komên enternasyonalîst û rêxistinên dost ve hat piştgirîkirin. Bi hezaran kes beşdarî meşê bûn.

Meşa ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê li Marktplatzê dest pê kir. Di meşê de pankart û dovîzên ku balê dikişînin ser êrişên li ser Rojava hatin hilgirtin. Meşa li kolanên qerebalix ên bajêr berdewam kir, dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Şehîd namirin", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Yekîtiya gelê Kurd" hatin berzkirin.

Piştî ku girse dîsa vegeriya Marktplatzê, li wir mitîng hat lidarxistin. Nûnerên saziyan di mîtîngê de axaftin kirin û bal kişandin ser êrîş û dorpêça li ser Rojava.

Di axaftinan de bi hezaran şehîdên ku gelê Rojava di têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ'ê de daye hatin bibîranîn û gotin, "Gelê Rojava, seranserê cîhanê ji belaya DAIŞ'ê parast, bi modela xwe ya xwerêveberiyê jiyana wekhev a gel û baweriyan gengaz kir. Bi têkoşîna azadiya jinan modelek civakî ya mînak hatiye avakirin. "

Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku hêzên cîhanî, bi piştgiriya çeteyên HTŞ'ê ku rûyê din ê DAIŞ'ê têne binavkirin, rê li ber êrişên li ser Rojava vekirin û hat diyarkirin ku ev êrIş bi armanca qirkerinê hatin kirin. Hat bi bîrxistin ku êriş bi saya berxwedana gelê Rojava û têkoşîna gelê Kurd û dostên wan ên li çaraliyê cîhanê hatine rawestandin, lê xeterî hîn jî berdewam dike.

Axaftvanan bal kişandin ser polîtîkayên zextê yên Almanyayê yên li dijî Kurdan û xwestin ku tavilê dawî li van pêkanînan were anîn.

BREMEN

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Bremen ê Almanyayê, bi armanca protestokirina êrişên li ser Rojava meşek li dar xist. Meş bi saeta xwecihî di saet 16:00’an de li Bremen Hauptbahnhofê, di şexsê Ziyad Heleb û Denîz Çiya de ji bo bîranîna şehîdan bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Di daxuyaniya meşê de êrişên li ser Rojava wiha hate nirxandin:

 ’’Êrişên li ser Rojava, polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd careke din nîşan da. Komkujî, revandina jinan, destdirêjî, êşkence û înfazên sîstematîk têne kirin. Nîşandana cenazeyên şervanên jin ên hatine qetilkirin û belavbûna van dîmenan li ser medyaya dijîtal, bi rêya şerê derûnî ya vekirî, parçeyek ji polîtîkaya belavkirina tirsê û terorê ye.”

Di meşê de bertek nîşanî Rojnameya Spiegel ê Elman hate kirin: “Der Spiegel qurbanî wekî sûcdar nîşan bide ku sûcên mirovahiyê ya kujerekî kêm bike. Em wekî jinên Kurd ji we daxwaza parastina edalet û rastiyê nakin; dixwazin zîhniyeta xwe ya nexweş ku rastiyan berovajî dike, biguherînin. Em polîtîkaya we ya weşanê şermezar dikin.”

Jinan di tevahiya meşê de dirûşmeyên, “Gerîla dimeşe, erd û ezman diheje”, “Bîjî Berxwedana Rojava”, “Bîjî Berxwedana Kobanê”, “EU finanziert Colanî bombardiert (YE’yê fînanse dike, Colanî bombe dike)”, “Terorîst Colanî”, “Bi can bi xwîn em bi terane Rojava”, “Freiheit fur Kobane, Freiheit fur Rojava”, “Jin, Jiyan, Azadî” berzkirin.

Meş li pêşiya Parlamentoya Eyaletê ya Bremenê bi daxuyaniyeke bi dawî bû.

NANTES

Li bajarê Nantesê yê Fransayê bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statû” de meş û mitîng hatin lidarxistin. Girseya ku li Qada Place du Commerce kom bû, bi pankart û alan heta ber Préfecture meşiya.

Di meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, "Liberté pour Ocalan", "Solution politique pour le Rojava" û "Vive le Rojava" hatin berzkirin.

Piştî meşê, li ber Préfecture mitîng hat lidarxistin. Mitîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê daxuyaniya bi zimanê Fransî ji hêla Atis Mûş ve hate xwendin.

Piştre li ser navê Meclisa Nantesê Aram Serhed axivî û bal kişand ser dorpêça domdar a li ser Kobanê û got, "Dibe ku hin lihevkirin li ser kaxezê hebin, lê pirsgirêkên li qadê hîn jî berdewam dikin. Tenê kesê ku dikare van pirsgirêkan çareser bike Rêber Apo ye. Heta ku Rêber Apo azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixe û Rojava statuya xwe bi dest bixe, em ê çalakiyên xwe bidomînin. "

Mitîng bi banga beşdarbûna çalakiya navendî ya li dijî komployê ku dê di 14’ê Sibatê de li Nantesê were lidarxistin bi dawî bû.

MULHOUSE

Li Mulhouse jî gelê Kurd û nûnerên saziyên demokratîk ên Fransî ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava li Place de la Bourse Mulhouse Square kom bûn. Di mitînga ku bi dirûşmeya “Xwedî li Rojava derkeve" hat lidarxistin de, di şexsê şehîdên Rojava de ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Di mitîngê de pankartên “Defend Rojava" û “Xwedî li Rojava derkeve” hatin hildan û dirûşmeyên "Rojava ne bi tenê ye" û "Bijî berxwedana Rojava" hatin berzkirin.

Di axaftina li ser navê Meclisa Gelê Kurd a Mulhouse de bal kişandin ser hêzên li pişt êrîşên li ser Rojava. Nûner diyar kir ku çeteyên wekî HTŞ û DAIŞ wekî rûyê xuya yên êrişan derketin pêş û anî ziman ku gelê Kurd ji hêzên li pişt van avaniyan baş bas dike. Nûner diyar kir ku planên komkujî û qirkirinê li Rojava bi destê van çeteyan têne meşandin û destnîşan kir ku gelê Kurd wê bi hemû derfetên xwe li kêleka Rojava bisekine.

Nûner di axaftina xwe de bal kişand ser kampanyayên reşkirinê yên li dijî Rêber Apo yên bi li ser medyaya dîjîtal têne kirin û anî ziman ku Şoreşa Rojava li ser bingeha raman û paradîgmaya Rêber Apo pêşketiye û bi vê kampanyayê şoreş hedef tê girtin.

Di mitîngê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana YPG/YPJ", "Jin, jiyan, azadî", "Terorîst Erdogan, terorîst Colanî" hatin berzkirin.

Mitîng bi banga beşdarbûna meşa li dijî komployê ya ku wê di 14’ê Sibatê de li Strasbourgê were lidarxistin, bi dawî bû.

KOPENHAG

Kurd û komên piştevaniyê li bajarê Kopenhag ê Danîmarkayê, li dijî êrişên li ser Rojava û dorpêça derdora Kobanê  çalakî li dar xist. Bajêr bi rojan in pirsgirêka av, kehrebe, înternet û xwarinê jiyan dike û nevekirin korîdoreke mirovî bû sedema protestoyan. Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Girseyê timî dirûşmeya “Bijî Rojava” berz kir.

Serokê Şaredariya Kopenhagê yê berê Villo Sigurdsson dorpêça Kobanê wekî, “sûc û têkçûyîna gerdûnî ya li dijî mirovahiyê” bi nav kir. Sigurdsson diyar kir ku zêdeyî nîv milyon sivîl bê kehrebe, bêav û bêtêkilî mane û alîkariyên mirovî bi awayekî sîstematîk tên astengkirin. Sigurdsson destnîşan kir ku Tirkiyeyê bi nevekirina deriyên sînor dorpêçê didomîne û koalîsyona bi pêşengiya NY, YE û DYA’yê ya li dijî DAIŞ’ê, li hemberî vê rewşê bêdeng e.

Sigurdsson, xwest ku dorpêç û ambargoya li ser Kobanê tavile were rakirin û mekanîzmayeke çavdêriyê ya serbixwe ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve were erkdarkirin, bê avakirin.

Parlamenterê Enhedslisten Trine Pertou Mach jî bi bîr xist ku 14 sal in li Rojava jiyaneke li ser bingeha demokrasî, xwişk-biratiya gelan û mafên jinan hatiye avakirin û wiha got, “Îro naxwazin van nirxan bibînin. Em li gel dostên xwe yên Kurd in, bi Rojava re ne” û axaftina xwe bi dirûşmeya, “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî kir.

Çalakî bi dirûşmeya, “Bijî Rojava” bi dawî bû.

BIELEFELD

Li bajarê Bielefeld ê Almanyayê, bi sedan Kurdistanî, dostên wan ên Alman û hunermendên TEV-ÇAND’ê ragihandin ku heta dorpêça li ser Kobanê were rakirin û statuya Rojava were misogerkirin, berxwedana xwe bidomînin.

Girseya ku li pêşiya Stasyona Trenê ya Navendî ya Bielefeldê li hev civiyan, piştî deqîqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê, dest bi mitîngê kirin.

Di mitîngê de li ser navê TEV-ÇAND’ê Yilmaz Tekîn axivî. Tekîn destnîşan kir ku xeteriya li ser Rojava hîna bi dawî nebûye û wiha got, “Em wekî hunermendên li Ewropayê, li gel gelên Rojava ne û em li vir careke din dibêjin; Em ê çarenûsa xwe di destê çeteyan de nehêlin. Li ser vê bingehê têkoşîna xwe bidomînin.’’

Beşdaran bang li raya giştî ya navneteweyî û saziyên têkildar kirin û xwestin li hemberî êrîş û gefên li ser Rojava bêdeng nemînin.

Girseya ku ji stasyona trenê ya navendî dest bi meşê kirin, dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Rojava”, “Bijî Kurdîstan”, “Kurdîstan Yek e”, “Terorîst Colanî” û “Terorîst Erdogan” berzkirin. Hunermendan bi stran û enstrumanan hevaltî bi girseya ku gihîştin Jahnplatzê kirin.

GIESSEN

Li bajarê Giessenê yê Almanyayê, hejmareke zêde ya Kurdistanî û dostên wan li hev civiyan û êrişên li ser Rojava û piştgirê wan dewleta Tirk şermezar kirin.

Di axaftinên ku hatin kirin de wisa hate gotin:

 “Em ê her tim li rex gelê xwe yê li Rojava bin. Parastina Rojava erka her kesî ye, ji ber ku Rojava dilê me ye. Em êdî nabêjin ‘çar parçe’. Gel li qadan ev yek bi zelalî anî ziman: Gelê Kurd yek e, Kurdistan yek e. Em ê bi vê hişmendiya neteweyî pêşeroja xwe ava bikin.”           

Di çalakiyê de her wiha êrişên li Tirkiyeyê yên li dijî xwepêşandanên piştgiriya Rojava, binçavkirin û girtin jî hatin protestokirin.

MANNHEIM

Li bajarê Mannheimê, bi banga FCDK-KAWA, YJK-E, TCŞ û TEKO-JIN’ê, bi hezaran Kurdistanî û dostên wan li Neu Messe Platzê hatin bal hev. Ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava meş û mitîngek hat lidarxistin.

Çalakgerên ku li kolanên herî qelebalix yên navenda bajarê Mannheimê meşiyan, bi deqeyan dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Jin, Jiyan, Azadî” û bi Almanî “Rojava biparêze” berz kirin. Piştî meşa girseyî, girse li Schloss Uni Platzê kom bû û li wir mîtîngek pêk anî.

Di mitîngê de siyasetmedar Faysal Sarıyıldız axivî û diyar kir ku biryara berxwedanê ya pêşengên Şoreşa Rojava, li gel xwedîderketina gelê Kurd û dostên wan a li qadên Ewropayê, komploya ku li ser gelê Kurd dihat meşandin pûç kiriye. Sarıyıldız destnîşan kir ku heta li Rojava statuyeke siyasî bi dest bikeve divê berxwedan bidome û axaftina xwe bi dirûşma “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî kir.

Hevseroka FCDK-KAWA Kerime Botan jî anî ziman ku armanca sereke ya vê pêvajoyê rûxandina paradîgmaya jin-parêz e û diyar kir ku gelê Kurd bi pêşengiya jin û ciwanan dê li her derê berxwedanê bilind bike.

Nûnerê herêmî yê Die Linke jî bal kişand ser krîza mirovî ya li Rojava û destnîşan kir ku têkoşîna hevpar a gelan dê serkeftinê bîne.

BRUKSEL

Kurdistaniyên li paytexta Belçîka Brukselê bi dirûşmeya "Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statû" meşeke girseyî li dar xistin. Meşa saet di 13.00’an de li meydana Port de Namoorê dest kir û heya bi meydana pêşiya Parlamentoya Ewropayê ya meydana Luksemburgê berdewam kir.

Di meşê de alên YPG-YPJ, wêneyên Rêber Apo û pankart hatin hilgirtin. Li kolanên Birûkselê bi yekdengî dirûşmeyên "Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statû”, “Jin Jiyan Azadî” û “Yeke yeke Kurdistan yeke” berz kirin.

Meşa ku li ber Parlamentoya Ewropayê qediya li wir mitîng hat lidarxistin. Mitîng bi qedeyek rêzgirtina ji bo şehîdê Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar axaftin kir. Aydar diyar kir ku meheke ku gel bi her awayî li her dera cîhanê li ser piyan e û got, “Ev helwesta gel a ji bo parastina rojava, em tev bi gelê xwe serbilind in. Em tevayî wan berxwedêran silav dikin. Rast e ku peymanek hatiye çêkirin, lê êrîş bi dawî nebûne. Gelê Kurd û aliyê me li peymanê xwedî derketin. Lazime ji her demê bêhtir bi tedbîr nêz bibin. Dijmin çi dikin bila bikin, gelê Kurd vê rewşa heyî napejirîne. Heger em aram û rihet nebin, wê tu kes li wan dera aram nebe.’’

Aydar li ser salvegera Komploya Navneteweyî ev ev tişt anî ziman: “Piştî hefteyekê salvegera komploya navnetewî ya 15'ê Sibatê ye. 27 sal berê bi piraniya hêzên hegemon ev komplo pêk anîn. Em vê komployê ji bîr nakin, êrîşên îro berdewamiya heman komployê ye. Rêber Apo 27 sal in di bin tecrîdeke giran de ye. Rêber Apo tevayî jiyana xwe bi her awayî ji bo Rojava di nava liv û tevgerê de ye. Heger îro peyman pêk hatibe, ev bi ked û hewldanên Serok Apo pêk hatiye.”

Rojnamevan Bûnyad Cizîrî jî li ser rewşa dawî agahî dan û got, “Ev çalakiyên ku li derveyî welat têne kirin, bandoreke mezin li ser gel û berxwedêrên li qada Rojava dike.”

Mitîng piştî axaftinan bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Şoreşa Rojava” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê, Kurdistanî û dostên wan di saet 14:00’an de li Qada République li hev kom bûn û bi dirûşmeyên, “Ji Rojava re statu, jinan re azadî”, “Defend Rojava” û “Em di xwe parastinê de ne” destnîşankirin ku têkoşîna azadî, aştî û demokrasiyê ya gelên Rojava ne bi tenê ye.

Di çalakiyê de pankartên ku îradeya jiyana hevpar û pergala demokratîk a gelên li Rojava diparêzin, hatin hilgirtink. Girseyê piştî axaftinên kurt, ber bi Qada Bastille ve meşiya. Di tevahiya meşê de êrişên li ser sivîlan hatin protestokirin û banga bidawîkirina dorpêça li ser Kobanê hate kirin. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên,  “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.Di axaftinên mitînga ku li Qada Bastille hat lidarxistin de, hate destnîşankirin ku Rojava ji bo gelên Rojhilata Navîn modeleke jiyanê ya wekhev, azadîxwaz û demokratîk e. Axaftvanan diyarkirin ku divê Rêveberiya Xweser a Rojava di asta navneteweyî de were naskirin û bang hat kirin ku raya giştî ya navneteweyî bêdeng nemîne.

Di mitîngê de girtin û binçavkirinên li Tirkiyeyê yên li dijî ESP’ê pêk hat û di raya giştî de wekî “Operasyona Rojava” tê binavkirin, hatin protestokirin. Di daxuyaniya li ser navê ACTIT’ê de hate xwestin ku girtî tavile werin berdan.

Li ser navê CDK-F’ê jî Fevziye Erdemircî axivî û wiha got, “Ji bo qetilkirina Kurdan biryar dan. Me berxwedanê li dijî vê mezin kir. Êrîşên li ser Rojava, li dijî hemû Kurdistanê ye.”

Çalakî bi dubarekirina bangên piştevaniyê bi Rojava re û dirûşmeyan bi dawî bû.

KONSTANZ

Li bajarê Konstanz ê Almanyayê, bi armanca piştevaniya bi Rojava re çalakî hate lidarxistin. Di çalakiya li navenda bajêr de gelek caran dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.

Girseyê bal kişand ser êrîşên li ser gelê Rojava û bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku bêdeng nemîne. Çalakî piştî daxuyanî û dirûşmeyan bi dawî bû.

BENSHEIM

Li bajarê Bensheim ê Almanyayê, ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve çalakî hate lidarxistin. Li navenda bajêr meşekî girseyî hate lidarxistin û gelek kes ji navçe û bajarên derdor tevlî çalakiyê bûn.

Di tevahiya meşê de dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Şehîd namirin” û “Rojava, Rojhilat e, Kurdistan yek welat e” hatin berzkirin. Girseyê diyar kir ku ew bi gelê Rojava re di nava piştevaniyê de ne û bertek nîşanî êrîşan dan.

Çalakî piştî daxuyaniya çapemeniyê, bi nirxandinên meclîsa bajêr û xwendian peyamên piştgiriyê ya Meclîsa Piştevaniyê ya Elman-Kurd bi dawî bû. Di çalakiyan de îşaret bi pişgiriya ji bo têkoşîna gelên Rojava hate kirin û banga tavile rawestandina êrîşan hate kirin.

HAMBURG

Înîsiyatîfa “Ji bo Hamburgê Kurdistan” ji bo hevgirtina bi Rojava re meş hat lidarxistin. Meş bi deqeyek rêxgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurd li Landungsbruckenê dest pê kir. Girse ji Reeperbahn heta Sternschanze meşiya, peyama piştgiriyê ji bo Rojava û Kobanê ya ku di dorpêçê de ye, dan.

Siyasetmedar Yavuz Fersoglu di mîtîngê de axivî û êrîşên  yopyekun ên li dijî Rojava vegot. Fersoglu diyar kir ku ji ber êrîşên milîsên cîhadîst bi sed hezaran kes koçber bûne, binesazî hatine wêrankirin û binpêkirinên mafên mirovan ên giran û sûcên şer hatine kirin. Fersoglu bang li hikûmeta Almanya û YE’yê kir ku ji bo rakirina dorpêça li ser Kobanê û parastina sivîlan tedbîran bigirin.

Parlamentera Partiya Kesk Miriam Block diyar kir ku şervanên Kurd berî bi salan ji ber şerê li dijî DAIŞ’ê hatine pesinandin û anî ziman ku bêdengiya Rojava nayê qebûlkirin.

Hevseroka Fraksiyona Çep a Hamburgê Heike Sudmann banga parastina qehremanên ku li dijî DAIŞ’ê û naskirina rêveberiya xweser kir û got: "Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi xwerêveberiya xwe ya demokratîk, yek ji projeyên demokratîk ên dawîn ên li herêmê ye. Û ev proje bi xwe di bin êrîşeke dijwar de ye. Binesazî, nexweşxane, tesîsên avê, şebekeyên elektrîkê hedef digirin û wêran dikin. Ev projeya demokratîk di aliyê leşkerî de DAIŞ têk bir û niha ji ber wê tê cezakirin. Em vê yekê qebûl nakin. Tiştê ku niha hewce dike hevgirtin, alîkariya mirovî û piştgiriya ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Daxwazên me naskirina siyasî ya rêveberiya xweser a demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Divê em wan qehremanên li dijî DAIŞ’ê şer kirin ji bîr nekin.”

Nûnera Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) jî bi tundî rexne li kovara nûçeyan a Almanî "Der Spiegel" kir. Nûner diyar kir ku kovar, dema ku rewşa Rojava ragihand îdeolojiya tundûtûj a DAIŞ’ê û komên din ên terorîst bi dijmantiya li hemberî jinan bi kar anî.

Nûnerê VVN/BdA jî li dijî vejîna hêzên Îslamî hişyarî da û têkoşîna Kurdan a li dijî DAÎŞ’ê bi bîr xist.

Dema ku girse gihîşt navenda xweser a Rote Flora li Sternschanze ye bi fîşekên hewayî yên ji şaneşînan hatin teqandin hat pêşwazîkirin. Çalakî bi banga ji bo beşdarbûna çalakiya ku wê roja Yekşemê li navçeya Hamburgê were lidarxistin bi dawî bû.

CENEVRE

Di nêzîkbûna salvegera 27’emîn a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo de, Kurdistanî û dostên wan li bajarê Cenevre yê Swîsreyê meş û mîtîngek li dar xistin. Di çalakiya ku bi hezaran kes beşdar bûn de hat destnîşankirin ku komploya navneteweyî û êrîşên li ser Rojava berdewamiya heman xeta polîtîk in.

Girseya ku li qada Plainpalaisê hatin cem hev, piştî deqeyek rêzgirtinê daxuyanî dan. Piştî rêzgirtinê axaftina yekemîn ji aliyê Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Cemal Ozdemîr ve hat kirin. Ozdemîr spasiya hemû gel û dostên ku heta îro li dijî êrîşên li ser Rojava û gelê Kurd qad vala nehiştine kir.

Ozdemîr diyar kir ku biryara di 4’ê Rêbendanê de li Parîsa paytexta Fransayê di civînê de li dijî gelê Kurd hat girtin, tê wateya komploya navneteweyî ya duyemîn û got: “Gelê Kurd li dijî van komplogeran bû yek dil. Gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û dostên me yên li Ewropayê li dora gelê Rojava bûn xeleka berxwedanê. Rêber Apo li dijî vê komployê roleke mezin girt ser xwe û gelê me ji komkujiyê parast.’’

Endamê Konseya Bajarê Cenevreyê û endamê Parlementoyê Carlo Sommaruga di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna li çar parçeyên Kurdistanê. Sommaruga kevneşopiya berxwedanê ya ku ji Komara Mahabadê heta Başûrê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Rojava dirêj dibe bi bîr xist û destnîşan kir ku wekî rêveberiya Cenevreyê ew bi gelê Kurd û Rojava re di nav piştgiriyê de ne. Sommaruga anî ziman ku ew ê di rojên pêş de serdanekê li Hewlêrê bikin û bi şandeya ku ji Kobanê tê re hevdîtinê bikin.

Şaredarê Cenevreyê Alfonso Gomez jî diyar kir ku êrîşên li ser gelê Kurd û gelên herêmê bi awayekî sîstematîk berdewam dikin. Gomez bal kişand ser êrîşên çeteyên selefî û got ku li dijî van êrîşan ew bi gelê Kurd re di nav piştgiriyê de ne.

Piştî daxuyaniyan girse dest bi meşê kir. Di dema meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Rojava ne bi tenê ye” hatin berzkirin.

Piştî meşê li Qada Nationê ya ku Ofîsa NY’ê lê ye mîtîngek hat lidarxistin. Li vir axaftina yekemîn li ser navê Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê ji aliyê Mûsa Farîsogulları ve hat kirin. Farîsogulları destnîşan kir ku ji bo parastina mafan divê mirov her tim li ser piyan be û têbikoşe. Farîsoğulları bi bîr xist ku kampanya gerdûnî ya ku di sala 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd hatibû destpêkirin hîn jî berdewam dike û got ku gel her roj ji bo azadî û parastina destkeftiyên xwe têdikoşe. Farîsoğulları got: “Azadiya gelê Kurd di azadiya Rêber Apo de ye. Heta Rêber Apo bi fîzîkî azad nebe, azadiya gelê Kurd jî pêkan nîn e.” Her wiha bal kişand ser komployên yekemîn û duyemîn û berxwedana Rêber Apo û gel a li dijî komployê vegot.

Seroka Partiya Keskan a Cenevreyê Maryam Yunus Ebener di daxuyaniya li ber NY’ê de diyar kir ku gelê Kurd bi dehan sal in rastî zext û cudakariyê tê û got ku bêdengî tê wateya hevkariya sûc. Maryam Yunus Ebener destnîşan kir ku bi taybetî modela jiyana azad a ku li Rojava bi pêşengiya jinan hatî pêşxistin tê hedefgirtin.

Endamê Konseya Mezin a Cenevreyê Leonard Feratî diyar kir ku êrîşên li ser Rojava sivîlan û saziyên demokratîk hedef digirin û got ku ev êrîş binpêkirina eşkere ya hiqûqa navneteweyî ne. Feratî banga vekirina korîdorên alîkariya mirovî û parastina sivîlan kir.

Di mîtîngê de di daxuyaniya li ser navê pêkhateyên greva femînîst û greva jinan de hat diyarkirin ku êrîşên li ser Rojava berê xwe dane modeleke civakî ya li ser bingeha azadiya jinê. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku berdêla herî giran a şer û dorpêçan jin didin û banga mezinkirina piştgiriya navneteweyî hat kirin.

Nûnerê Tora Serhildan û nûnera Sendîkaya Navpîşeyî ya Cenevreyê (SIT) Nancy Aguirre jî di axaftinên xwe yên li ber NY’ê de peyama ku Rojava ne bi tenê ye dan. Aguirre bang li sendîka û rêxistinên kedê kir ku bikevin nav piştgiriyeke berbiçav.

Mîtîng piştî dirûşme û bangan bi dawî bû.

CHAMBERY

Li bajarê Chambery ê Fransayê, bi tevlîbûna beşdarên ji herêma Lyonê jî, meşekî girseyî hate lidarxistin. Meş li pêşiya Palais de Justice destpê kir û li pêşiya Walîtiya Savoie (Préfecture de la Savoie) bi dawî bû.

Ji xeynî Chambery û derdora wê, gelek Kurd û dostên wan ji Lyonê tevlî bûn. Di tevahiya meşê de dirûşmeya, “Rojava ne bi tenê ye” bilind bû. Girseyê bi taybet silav ji herêmên berxwedanê bi taybet ji Kobanê, Qamişlo û Hesekê re şand.

Meş nêzî saetek dewam kir û dewamî dirûşmeyên Bijî Rojava”, “Bijî YPG/YPJ”, “Bijî QSD”, “Jin, jiyan, azadî”, “Kujer Colanî, kujer Erdogan” hatin berzkirin.

Di axaftinên piştî meşê de hate destnîşankirin ku têkoşîna rewa û demokratîk ya gelê Kurd dewam bike. Axaftvanan destnîşankirin ku ew li gel hêzên QS YPG û YPJ’ê ne û ev têkoşîn ne tenê ya gelê Kurd, têkoşîna hevpar a hemû gelên parastvanê azadî û demokrasiyê ne ye.

Aktivîstên Fransî ku tevlî çalakiyê bûn, peyamên piştevaniyê ji bo gelên Rojava dan.

MONTPELLIER

Li bajarê Montpellier ê Fransayê, bi daxwaza statu ji bo Rojava meş û mitîng hate lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan ên ku di saet 18:00’an de li Parc Peyrou li hev civiyan, meşekî girseyî li dar xistin.

Girseya ku bi dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava biparêze” ber bi Qada Comedie ve meşiyan, li vir mitîng li dar xistin. Mitîng di şexsê şehîdên Rojava de bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku heta azadiya Rojava wê li qadan bin. Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

ROTTERDAM

Li bajarê Rotterdam ê Hollandayê, bi hezaran Kurdistanî û dostên wan, bi armanca protestokirina êrîşên li ser Rojava meşekî girseyî li dar xistin. Di çalakiyê de hate xwestin ku dorpêça li ser Kobanê tavile were rakirin û statuya Rojava were naskirin.

Meş ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê Platforma Çalakiyên Hevpar a Kurdistan ku di nava hefteyê de li Holllandayê hatibû avakirin, axaftinên bi zaravayên Soranî û Kurmancî hatin kirin.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku yekane rêya rabûna li dijî êrîşên ku hebûna Kurd hedef digrin, yekîtiya neteweyî ye. Hate diyarkirin ku bêyî yekîtiyê li Rojhilata Navîn ne pêkan e ku destkeftiyên mayînde were bidestxistin û yekitî û berxwedana gelê Kurd hate silavkirin.

Girseyê piştî axaftinan dest bi meşê kir û di tevahiya rê de dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî yekîtiya gelê Kurd”, “Defend Rojava”, “Terorîst Colanî get out Rojava”, “Jin, Jiyan, Azadî” berzkirin. Gelê Hollandî ên li derdor jî bi çepikan piştgirî dan çalakiyê.

Çalakî piştî xwendina danezana ku banga rawestandina piştgiriya malî ya Yekîtiya Ewropayê ji bo hikûmeta Colanî dike, bi dawî bû. Di standa piştî çalakiyê hat danîn de jî ji bo Qralê Hollanda Willem Alexander nameyên ku daxwaza naskirina statuya Rojava dike hatin nivîsandin û şandin.