Biden biryara bersivdana kuştina leşkerên amerîkî li Urdinê da

Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku wî der barê çawaniya bersivdana kuştina leşkerên amerîkî di êrişa li ser baregeha leşkerî ya Urdinê de biryar daye.

Biden biryara bersivdana kuştina leşkerên amerîkî li Urdinê da
30 ÇILE, 2024   20:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Biden di civîneke çapemeniyê de got Îran berpirsê destekdayîna çekan ji komên alîgirên wê re ye, lê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) naxwaze şerekî fireh li Rojhilata Navîn çêbe.

Pentagonê duşemê gotibû mohrên komên Hizbullah a Iraqê di vê êrişê de hene û piştî kuştina leşkerên wê, got ev mezinkirina rageşiyê ye.

Cîgira berdevka Pentagonê Sabrina Singh di civîneke çapemeniyê roja duşemê de gotibû dê serok biryara bersivdana êrişa li dijî hêzên Amerîkayê bide û ew ê bi koma xwe ya ewlehî re bi awayekî domdar şêwirê bike.

Piştî êrişê Biden soza bersivdanê dabû.

(fr)