Li dijî darvekirina ciwanên Kurd bi girseyî serdana konê taziyeyê hat kirin

Li dijî darvekirina çar girtiyên Kurd, li hinek bajarên Rojhilatê Kurdistanê greve destpê kir, di heman demê de bi awayek girseyî serdana konê sersaxiyê ya malbatên her çar girtiyên hatine darvekirin hat kirin.

Li dijî darvekirina ciwanên Kurd bi girseyî serdana konê taziyeyê hat kirin
30 ÇILE, 2024   20:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li Meydana Qizilhîsara Kerecê çar girtiyên siyasî yên bi navên Mihemed Feramerzî, Pijman Fatîh, Wefa Azerbar û Muhsin Mezlûm ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin. Darvekirina girtiyên siyasî yên Kurd li rastî bertekên Kurd ya xelkê Rojhilatê Kurdistanê hat.

Îro li bajarên Dêwlan, Kamyaran, Bokan û Mehabadê çalakvanên li dijî darvekirina her çar girtiyan, bi awayekê girseyî tevlî taziyeya malbatên çar girtiyên hatine darvekirin bûn, xemgîniya xwe ji malbatan re nişan dan û êşa malbatan parve kirin.

Taziyeya Mihemed Feramerzî li bajarê Dêwlan, taziyeya Pijman Fatîh li Kamyaran, taziyeya Wefa Azerbar li Bokanê û taziyeya Muhsîn Mezlûm jî li bajarê Mahabadê ye.