Ciwan Siko: Divê em li hember tevkariya PDKˊê bi Tirkiyeyê re bisekinin

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) Ciwan Siko êrişên PDKˊê li dijî HPGˊê şermezar kirin û got ew kiryar dikevin xizmetî dewleta Tirk a dagirker û hewldana wê ya lawazkirina Kurdan.

Ciwan Siko: Divê em li hember tevkariya PDKˊê bi Tirkiyeyê re bisekinin
31 ÇILE, 2024   02:36
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Li hember kiryarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û hevkariya wê bi dewleta Tirk a dagirker re, nexasim piştî êrişa dawîn a çekdarên PDK'ê li dijî gerîlayan, bertek û hêrsa gel didomin.

Têkildarî vê mijarê Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) Ciwan Siko destnîşan kir ku armanca ji wan kiryaran derxistina nakokiyên Kurdî û lewazkirina doza Kurdî ye û got: "Rewşa Kurdistanê û herêmê di qonaxeke girîng re derbas dibe nexasim piştî pêkanîna destkeftiyên Kurdî wek hevpeymana civakî û derbeyên giran ên li dijî artêşa Tirk a dagirker li çiyayên Kurdistanê hatine dayîn û biserketina YNKˊê li Kerkûkê. Ev tev bûn sedema ku dewleta Tirk a dagirker siyasetên xwe biguherîne û êrişî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike û bi rêya PDK'ê zextê li gerîlayan bike."

Siko wiha domand: “Berî demekê belgeyeke baskê çekdar ê PDKˊê ket destê çapemeniyê. Di belgeyê de êrişa li dijî nuqteyên gerîla hatiye erêkirin. Piştre Wezareta Pêşmergeyan ew belge red kir. Lê belê êrişa PDK’ê ya li dijî 2 nuqteyên gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) piştrast kir ku ew belge rast bû û ew komployeke li dijî doza Kurd e.”

Siko destnîşan kir ku êrişên dawîn ên li dijî Kurdan ji encama civîna Astana ne û got: “Em dizanin ku dijminên gelê Kurd li wir, li ser qirkirina Kurdan li hev dikin lê mixabin di demekê de yekitiya Kurdî girîngiyek e, aliyekî Kurdî destekê dide wê komployê.”

Siko xîtabî PDK’ê kir û wiha axivî: “Pêwîst e hûn nas bikin ku eger dagirkeriya Tirk gerîla têk bir hûn ê bibin armanca duyemîn. Gerîla destkeftiyên Kurdî diparêze. Her çiqas nakokiyên partiyetê hebin jî pêwîst e negihîjin asta şer a ku Tirkiye wê derdixe pêş.”

Siko di dawiya axaftina xwe de teqezî bi avakirina lêvegereke Kurdî ji bo yekbûna aliyên Kurdî û têkbirina komployên derve nexasim hewldanên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK’ê, da.

(mh)

ANHA