Beyrûtê daxuyaniyên şêwirmendê Xamineyî red kirin

Wezareta Karên Derve ya Lubnanê daxuyaniyên Şêwirmendê Rêberê Olî yê Îranê Elî Ekbar Wîlayetî ku Tehran biryara hikumeta Lubnanê ya bêçekkirinê red dike, şermezar kirin.

Beyrûtê daxuyaniyên şêwirmendê Xamineyî red kirin
9 tebax, 2025   20:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Lubnanê îro daxuyaniyên dawîn ên şêwirmendê Rêberê Olî yê Îranê Xamineyî, Elî Ekbar Wîlayetî şermezar kirin û bi destwerdana bêserûber li kar û barên Lubnanê wesif kir.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de got, "Ev ne destwerdana yekemîn e, hin berpirsên payebilind ên Îranê helwestên bi vî rengî li dijî biryarên hundirîn ên Lubnanê ku tu têkiliya wan bi komara Îranê ve tune ye, nîşan dan. Ev kiryarên redkirî dewleta Lubnanê di bin çi şert û mercî de qebûl nake û rê nade tu aliyekî derve çi dost an jî dijmin dibe li ser navê gelê wê biaxive yan jî îdiya wîsayetê li ser biryarên serweriya wê bike."

Wezaretê diyar kir ku "Em ji rêveberên Tehranê re dibêjin ku li şûna destwerdana li mijarên têkiliya wê pê tune ye re, divê li dozên gelê xwe vegere û girîngiyê bide dabînkirina pêdivî û daxwazên wî."

Di dewamê de wezaretê destnîşan kir "Siberoja Lubnanê, siyaset û pergala wê ya siyasî biryarên ku tenê Lubnanî bi rêya saziyên xwe yên destûrî yên demokratîk dûrî destwerdan û zextên derve, didin. Dewleta Lubnanê wê di parastina serweriya xwe de sabit be û wê bersiva her hewlên têkbirina heybeta biryarên wê yan jî provaksayona dijî wê bide."

Li gorî "Tasnim", şêwirmendê Rêberê Olî yê Îranê Elî Ekber Wîlayetî gotibû welatê wî dijî biryara hikumeta Lubnanê ya bêçekkirina Hizbullahˊê ye.

(fr)