Du dizên telefonan li Tebqayê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê du dizên telefonan li kantona Tebqayê girtin û ji Serdozgeriya Giştî re hatin veguhastin.

Du dizên telefonan li Tebqayê hatin girtin
Du dizên telefonan li Tebqayê hatin girtin
Du dizên telefonan li Tebqayê hatin girtin
Du dizên telefonan li Tebqayê hatin girtin
Du dizên telefonan li Tebqayê hatin girtin
Du dizên telefonan li Tebqayê hatin girtin
9 tebax, 2025   20:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku îro "Hêzên Têkoşîna Dijî Sûcên Rêxistinkirî li kantona Tebqayê du kesên ku hejmarek telefon ji dikaneke bazirganiyê li naverasta bajêr dizîne girtin."

Navendê diyar kir ku "Piştî welatiyekî agahî da ku hejmareke ji telefonan ji dikana wî hatiye dizîn, aliyên eleqedar dest bi lêpirsînê kir û nasnameya gumanbaran diyar kir. Hêzan her du gumanbar girtin û 20 telefonên hatine dizîn li xwediyê wan vegerandin."

Piştî lêpirsînên destpêkê her du diz ji Serdozgeriya Giştî re hatin veguhastin ku tedbîrên qanûnî li dijî wan temam bike.

(fr)