Xelkê Siwêdayê zehmetiyên nebûna xaza malan dikişîne

Ji 14ˊê Tîrmehê ve, ji dema komên çekdar û hêzên hikumeta veguhêz êrişî Siwêdayê kiriye ve Siwêda rûbirûyî krîza nebûna xaza malan e.

Xelkê Siwêdayê zehmetiyên nebûna xaza malan dikişîne
9 tebax, 2025   19:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji destpêka êrişa 14ˊê Tîrmehê ya ji hêla komên çekdar û hêzên hikumeta veguhêz ve tu kamyoneke xaza malan neketiye Siwêdayê. Hemwextî wê ambargoyeke berfireh li ser herêmê heye, depoyên topên xazê lê hene hatin talankirin û dizîn. Bi wê re krîzeke giran derketiye û şênî neçar dibin ku rêbazên altarnatîf bi kar bînin.

Li gorî Tora "Siwêda 24" a xwecihî, bi qutbûna xazê û kehrebeyê ya ku tenê rojane saetek an du saet tê re, şêniyên li Siwêdayê û yên di navendên bicihbûnê de, ji bo çêkirina xwarinê êzing û "papûrên gazê" bi kar tînin.

Çavkaniyên xwecihî ji "Siwêda 24" re diyar kir ku li navendên belavkirinê û dikanên firtona xazê, xaz bi temamî qut bûye. Lê li gel bazirganên mîqdarek hindik a topên xazê hene, her topek xazê di navbera 700-800 hezar lîreya Sûriyeyê de difiroşin. Lê berê topa xazê nêzî 140 hezar lîreyî bû.

Li bajarokê Seilê yê rojavayê Siwêdayê ya di bin kontrola hêzên hikumeta vegunêz de û şêniyên wê koçber bûne, dîmenek hat belavkirin ku hêzên hikumetê topên gazê ji depoyekî li hundirê bajarok didizin.

(fr)