Berpirsên ewlehiya rojavayî têkildarî Ukraynayê li Londonê dicivin

Starmer îro bi Zelensky re pêşniyarên Trump ên ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê, beriya dan û standinên di navbera serokê Amerîkayê û Rûsyayê di 15ˊê Tebaxê de, nîqaş kirin.

Berpirsên ewlehiya rojavayî têkildarî Ukraynayê li Londonê dicivin
9 tebax, 2025   21:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Nivîsgeha serokwezîr Keir Starmer ragihandiye, wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Lammy û cîgirê serokê Amerîkayê Jay D. Vance îro civînekê ji şêwirmendên ewlehiya neteweyî ya ewropayî û Amerîkî organîze dike.

Nivîsgehê destnîşan kir ku ev civîn wê bibe "Firseteke krîtîk ji bo nîqaşkirina pêşdeçûna ku divê ji bo bicihanûna aştiya adilane û mayînde li Ukraynayê pêk were, ye." Ew piştî peywendiya telefonê ya di navbera Keir Starmer û Volodymyr Zelensky pêk tê.

Starmer bi Zelensky re pêşniyarên Trump ên ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê nîqaş kirin. Nîqaş beriya dan û standinên di navbera serokê Amerîka û Rûsyayê ya 15ˊê Tebaxê li Alaskaˊyê pêk hat.

(fr)