Bernameya çalakiyên şermezarkirina Komploya Navneteweyî li kantonên Firta û Minbicê

Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan çalakiyên cihereng dê li kantonên Firat û Minbicê li dar kevin.

Bernameya çalakiyên şermezarkirina Komploya Navneteweyî li kantonên Firta û Minbicê
7 sibat, 2024   13:06
KOBANÊ

Platforma Çalakiyan a kantona Firatê bernameya çalakiyên şermezarkirina Komploya Navneteweyî li kantonê aşkera kir. 

Li gor platformê 9`ê Sibatê hemleya komkirina îmzeyan dest pê dike û heta 4`ê Nîsanê dewam dike.

Lidarxistina civînan ji gel re li katnona Firatê ku 1`ê Sibatê dest pê kiribû, dê heta 14`ê Sibatê berdewam bikin. Her wiha dê sînefizyon têkildarî komployê û hêzên tev lê bûne, werin pêşandan.

8`ê Sibatê Tevgera Ciwanên Şoreşger têkildarî komployê konferansekê li dar dixe.

9`ê Sibatê meşeke girseyî li Kobanê tê lidarxistin.

12`ê Sibatê şêniyên navçeya Şêranê çalakiya konvedanê li dar dixin.

13`ê Sibatê meşeke peyayî ji bajarokê Sirînê dest pê dike û dê 15`ê Sibatê bigihêje Kobanê.

15`ê Sibatê çalakiyeke navendî li bajarê Kobanê li dar dikeve.

Her wiha bi tevlêbûna Kongra Star, Tevgera Xwendekarên Demokratîk wê li taxên bajar û gundewar semîner têkildarî Komploy Navneteweyî bê dayîn. Her wiha gazî, partiyên siyasî dê daxuyaniyên şermezarkirinê bidin.

Kongra Star li navçeya Sirînê pêşangeha wêneyên Rêber Abdullah Ocalan li dar dixe. Dê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan li bajar, bajarokên kantona Firatê bên daliqandin.

9`ê Sibatê li bajarê Minbicê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya semînerekê têkildarî Komploy Navneteweyî li pirtûkxaneya Mihemed Menla Xezîl dide.

(şx)