Li Pakistanê teqîn: 12 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn

Li bajarê Belucistan ê welatê Pakistanê teqînenk li ber navendek a partiyek siyasî rû da û encamê de 12 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn. Lê heta niha sedema teqînê nediyare, lêkolîn hatiye destpêkirin.

Li Pakistanê teqîn: 12 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn
7 sibat, 2024   13:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Medya Pakistanê ragihand ku îro li bajarê Belucistanê a welatê Pakistanê teqînek li ber navendek ya partiyek siyasî rû da.

Her wiha hate ragihandin ku encama teqînê de 12 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn. Li gorî hatî diyarkirin tîmên polîsan gihiştine cihê buyerê lêkolîn destpêkirine.

Hêjayî gotinêye ku di 5’ê Sibatê de Polîsên Pakistanê ragihand ku di êrişeke çekdarî ya li dijî navendeke polîsan a li bakurê rojavayê Pakistanê de herî kêm 10 polîs hatine kuştin û 6 birîndar bûne.

Li gorî dezgehên çapemeniyê beriya hilbijartinên giştî ku vê hefteyê dê li dar bikevin, tundî zêde bûye.