Hêzên PDK'ê vê carê li navçeya Soran Herdî Ahmed revand

Hêzên PDK'ê vê carê li navçeya Soranê ya Hewlêrê kesek bi navê Herdî Ahmed revandine.

Hêzên PDK'ê vê carê li navçeya Soran Herdî Ahmed revand
7 sibat, 2024   12:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, li navçeya Soran a Hewlêrê Herdî Ahmed ji aliyê hêzên PDK'ê ve hate revandin.

Herdî Ahmed welatparêzekî Kurd e û bavê zarokekî ye.

Nayê zanîn bê Herdî Ahmed çima hatiye binçavkirin û ew birine ku derê.

Kesên têne revandin an jî girtin, carna bi mehan aqûbeta wan nayê zanîn û agahî ji wan nayê wergirtin.

Li gel nerazîbûnên rêxistinên mafên mirovan jî van kiryarên xwe zêde dike. Hêzên PDK'ê bi kiryarên li dijî mirovahiyê û êşkenceyê timî dikevin rojevê.