Berfirehiya dîmenên Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêraluk hat weşandin

Gerîla TV berfirehiya dîmenên Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêraluk ku 61 dagirker hatibûn cezakirin weşand.

Berfirehiya dîmenên Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêraluk hat weşandin
11 sibat, 2024   12:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerîla TV dîmenên Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêraluk weşand ku 12'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl hate lidarxistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî operasyona şoreşgerî ev agahî dabû:

61 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN, GERÎLA ÇÛN SER 20 CENAZEYAN

Di operasyona şoreşgerî de Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 61 leşkerên Tirk ên dagirker ceza kirin, gerîla çûn ser 20 cenazeyan.

AMÛR Û ALAVÊN HATIN ÎMHAKIRIN

Hêzên gerîla 6 qadên jiyanê yên dagirkeran, 3 konteynir, 11 çeper, 2 cihên lojîstîkê, cihekî cepxaneyê, pergaleke ragihandinê, jeneratorek, pergaleke radarê, kamereyeke mobesse ya normal, kamereyeke mobesse ya termalê, 2 çekên A4, 2 çekên bombeavêj ên bi zincîr ên mezin û 8 telefonên wan dan ber agir û îmha kirin.

ALAVÊN HATIN DESTESERKIRIN

7 çekên ferdî MPT-55, 250 guleyên çeka MPT-55, 4 çekên bombeavêj ên bi tambur, çekek bombeavêj a yekî, 2 çekên nîv otomatîk BKC, 200 guleyên çeka nîv otomatîk a BKC, 5 durbunên termal, 7 durbunên şevê, 2 lazerên çekan, 5 durbunên çekan, amûreke ku çekê nuqte dike, 2 cîhazên ragihandinê û bataryayek yedek, 2 amûrên ronîkirinê, 2 kêr, 3 bombeyên sîs, 5 pîlên durbuna termal, 3 yelekên zirxa êrişkirinê, 2 parkên leşkerî û 2 berguhk hatin desteserkirin.