Şerê hêzên Şamê û çeteyan: Leşkerekî Şamê hat kuştin

Li gundewarên Heleb, Idlib û Laziqiyê di navbera hêzên Şamê û çeteyan de şer derket. Di şer de leşkerekî Şamê hat kuştin.

Şerê hêzên Şamê û çeteyan: Leşkerekî Şamê hat kuştin
11 sibat, 2024   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li devera Kefer Betîx a gundewarê rojhilatê Idlibê, di êrişa sûîqastê ya çeteyên bi navê "Fetih El Mûbîn" yên girêdayê dewleta Tirk a dagirker de leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin. Li devera Kebîne ya herêma Cebel El Ekrad a gundewarê bakurê Laziqiyê di navbera her du aliyan de şer derket. Di şer de obîs hatin bikranîn.

Di saetên sibehê de jî hêzên hikumeta Şamê gundên Kefer Eme û Kefer Teal ên rojavayê Helebê, gundên Fetîra û Sifûhin, Filêfilê û Bara yên Cebel El Zawiyê ya başûrê Idlibê bi obîsan topbaran kirin. Çeteyan bajarokê Kefer Nibul û gundê Melaca yê Cebel El Zawiyê bi obîsan bombebaran kirin.

(bb)