DEM Partî: Dem dema zimanê Kurdî ye

Hevberdevkên Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê, banga xwedîderketina li zimanê Kurdî kirin û gotin, “Divê divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û bibe xwedî statuyeke fermî.”

DEM Partî: Dem dema zimanê Kurdî ye
11 sibat, 2024   11:43
 NAVENDA NÛÇEYAN 

Hevberdevkên Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Cemîle Tûrhallî û Heval Dilbihar, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û bibe xwedî statuyeke fermî.

Di daxuyaniya Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê de ev tişt hatin gotin:

 "Zimanê kurdî zimanekî herî qedîm û dewlemend ê mirovahiyê ye. Wek nirxekî mirovahiyê yê bingehîn di herka dîrokê de ji bo gelek zimanên din bûye jêderk û çavkaniyeke sereke. 

Zimanê kurdî hebûn, xwebûn, nasname û nirxê sereke yê neteweya Kurd e. Xîm û sîwana yekîtiya neteweya Kurd e. Bêyî zimanê Kurdî Kurd û Kurdistan jî nabe.   Ji ber van rastiyan e ku bi sedan sal e hêzên ku dixwazin Kurd û Kurdistanê ji holê rakin hewl didin zimanê kurdî bi rêya tunehesibandin, pişaftin, qedexekirin, dorpêçkirin û rêbazên cur bi cur ji holê rakin. Lê belê hem ji ber qedîmbûna zimanê Kurdî, hem jî ji ber xwedîlêderketina gelê Kurd zimanê Kurdî heta îro hatiye. Bi taybetî di encama têkoşîna azadiya gelê kurd a van 50 salan de hişmendî, hewldan û xebatên parastin, zindîkirin û pêşxistina zimanê kurdî jî zêdetir bûne. 

Bêguman ligel vê rastiyê rastiyeke din jî heye ku di roja me de jî bi rê û rêbazên cuda hewl tê dayîn ku zimanê kurdî bê dorpêçkirin, dortengkirin, sînordarkirin û di nava demê de bê helandin.

Sekna me ya DEM Partiyê ya ji bo parastin û pêşxistina zimanê Kurdî bi awayekî zelal diyar e. Zimanê Kurdî wek Îngilîzî, Almanî, Erebî, Farisî, Tirkî û hemû zimanên din xwedî hemû mafên bingehîn e. Mafên wan zimanan çi bin ên zimanê Kurdî jî ew in.  Ji ber vê yekê:  Em weke DEM Partiyê, wek vîna bi milyonan Kurdan, serbestî û azadiya zimanê Kurdî ya li her qadê dixwazin û ji bo wê têdikoşin. Ev ji bo me xeteke sor û jêneger e. Li ser vê bingehê em perwerdehiya bi zimanê Kurdî dixwazin. Divê ji pêşdibistanan heta zanîngehan li her qadên fermî û civakî zimanê kurdî serbest û azad be. Divê zimanê kurdî bibe xwedî statuyeke fermî. Ji bo vê jî çi pêwîst be divê bê kirin.

Helbet ji bo pêkhatina van daxwazên gelê Kurd ên herî mirovîn û xwebûnî divê di serî de gelê Kurd, hemû derdorên azadîxwaz, şoreşger, demokrat û mirovahîparêz, hemû partî, sazî, dezgeh û rêxistinên civakî, tevgerên ciwan û jinan ên civakî, hemû siyasetmedar, nivîskar, hunermend û rewşenbîr her kêliyê û li her qadê têkoşîna xwe ya ji bo zimanê Kurdî bi rengekî herî şênber bilindtir û xurtir bikin; bi xebat û çalakiyên afirîner ên cur bi cur li her derê bikin mal, dibistan û zanîngehên Kurdî; Kurdî hîn bibin, hîn bikin û bidin hînkirin.

Zimanê Kurdî hebûn û xwebûna gelê Kurd e,  ji bo zimanê Kurdî her dem têkoşîn, li her derê têkoşîn, dem dema zimanê Kurdî ye."