Berf û barana destpêka salê ji bo zeviyên herêmê hêviyên xêrê ne

Cotkarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi barîna berf û baranê dilgeş bûn, nexasim ku berf û barana bariyayî bereketa axê zêde dike, nexweşî û kurman tune dikuje, rewşa çandinî û sewalvaniyê geş dike û ava binerdê ya herêmê zêde dike.

Berf û barana destpêka salê ji bo zeviyên herêmê hêviyên xêrê ne
Berf û barana destpêka salê ji bo zeviyên herêmê hêviyên xêrê ne
Berf û barana destpêka salê ji bo zeviyên herêmê hêviyên xêrê ne
Berf û barana destpêka salê ji bo zeviyên herêmê hêviyên xêrê ne
Berf û barana destpêka salê ji bo zeviyên herêmê hêviyên xêrê ne
6 ÇILE, 2026   04:15
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Piştî salên zuhabûn û hişkesaliyê, di rojên dawîn de li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berf û barana baş bariya.

Cotkaran diyar kir ku barîna berf û baranê bandoreke erênî li çandinî û sewalvaniyê dike, ji bo çavkaniyên ava xwezayî jî baş e bi taybetî li herêmên çandiniya bejî.

Li gorî amaran ji destpêka salê ve hatine qeydkirin, li bajarê Dêrikê 22 mm, li Til Hemîsê 18 mm, li Tirbespiyê 10 mm, li Hesekê 11 mm, li Til Koçer 25 mm û li Til Eloyê 19 mm baran bariya.

Endazyarê çandiniyê Azad Îbrahîm destnîşan kir ku barîna berf û baranê ji bo başbûna rewşa çandiniyê ya kantona Cizîrê girîng e.

ˋGIRÎNGIYA BERFÊ JI BO BEREKETA AXÊˊ

Azad Îbrahîm da zanîn ku helîna berfê bereketa axê zêde dike, dihêle ku heta demeke dirêj ax şil bimîne, ev jî ji bo qatên binerdê yên axê bi sûd e, nexasim ku di berfê de nîtrojen û metalên bisûd ji bo axê hene.

ˋROLA BERFÊ DI TUNEKIRINA NEXWEŞIYÊN ÇANDINIYÊ DEˊ

Îbrahîm diyar kir ku berf nexweşiyên çandiniyê tune dike, ji ber sermayê kurmên bizirar dikuje û got: "Berf û qeşa daran ji dewreya bêtevgerînê derdixe, mezinbûna wan baş dike û nexweşiyên bi salan belav bûne kêm dike. "

ˋGIRÎNGIYA BERFÊ JI BO AVA BINERDÊˊ

Îbrahîm anî ziman ku di salên dawîn de rêjeya ava binerdê, ji ber kêmbûna baranê û qutkirina çavkaniyên avê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, kêm bûbû û wiha domand: "Berf ji bo zêdekirina ava binerdê çavkaniyeke sereke ye. Ev jî dihêle rêjeya avê baştir bibe û av di demên germ û havînê de peyda bibe."

ˋBERF Û BARAN SEWALVANINIYÊ BAŞTIR DIKINˊ

Barîna berf û baranê mêrgan geş dike, kalîteya êmê zêde dike. Ev jî bandoreke erênî li tenduristiya sewalan û hilberîna şîr dike.

Berf û baran nexweşî û kurman jî tune dike, barê cotkaran di aliyê aborî de sivik dike bi taybetî nexweşiya qulaiye ya ku di encama wê de bi hezaran sewalên kantonê mirdar bûn, tune dike.

(mh/fr)

ANHA